Fetwayen Kurdi

Ma bi awayekî teqez heram e ku mirov resman xêz bike û peykeran çêbike?

Pirs: Ma heram e ku mirov wêneyên tiştên zindî xêz bike, karîkatûra wan û peykeran çêbike?

Bersiv: Derbarê herambûna xêzkirin, karîkatûrîzekirin an jî çêkirina peykerên tiştên zindî de, di Qur’anê de behsa tiştekî nayê kirin. Bereksê wê mirov dikare wek delîl behsa hin ayetan bike ku vî tiştî wek helal qebûl dikin. Lê di hin hedîsan de hatiye diyarkirin ku xêzkirina wêneyan (bi taybet jî wêneyên tiştên zindî) qexexe ye. Me jî berê li gorî van hedîsan fetwa dabû ku xêzkirina wêneyên tiştên zindî ne caiz e. Lê piştî ku me li ser ayetan lêkolînên xwe kirin me mecbûrî ev fetwaya xwe guhert.

Ji bo bersiva berfirehtir a pirsên wek “hukmê xêzkirina resm û karîkatûran û çêkirina peykeran çi ye û divê mirov hîdîsên ku van tiştan qedexe dike, çawa binirxîne” ji kerema xwe serî li vê nivîsa binî bidin.

www.suleymaniyevakfi.org/fikih-arastirmalari/resim-ve-heykel.html