Fetwayen Kurdi

Ma kesekî bêrî dikare li pêşiya cemaetê melatiyê bike?

Pirs: Ma kesekî bêrî dikare li pêşiya cemaetê melatiyê bike? Ji ber ku sunneta Pêxemberê me bi cih nayîne li ser wî guman çêdibin. Ji ber vê hûn dikarin vê meseleyê ji me re îzah bikin.

Bersiv: “Yekemîn û mezintirîn wezîfeya ku li gorî dînê Îslamê Misilman jê berbirsiyar in, nimêj e. Nimêj mezintirîn îbadet e ku însanan nêzî Xwedê dike. Însan bi nimêjê re dikare biçe cinnete û bi terka wê re jî dikare têkeve dojehê û ezabê bikişîne. Ji bo vê divê mirov riayetî şertên nimêja pênc danan bike û ji xeynî hin hincetan divê mirov nimêja xwe ligel cemaetê bike.

Kesê ku li pêş cemaetê melatiyê bike jî divê zana û xwedî teqwayê be, li gorî ferman û qedexeyên Xwedê û Pêxemberî wî hereket bike. Lê her çiqas mekroh be jî caiz e ku mirov li pey îmamên ku gunehên mezin dikin, nimêjê bike. Çimkî Cenabê Pêxemberê me (s.x.l) wiha ferman kiriye:

“Yên ku dibêjin, La Îlaha Îllellah nimêje wan a cenazeye bikin; yên ku dibêjin, La Îlaha Îllellah li pey wan nimêj bikin.”

(ji bilî sedemên wek; tirsa ji dijminan û nexweşiyan) divê mirov pênc danên nimêjê, ligel cemaetê û li pey wî kesî bike ku xwedî teqwayê ye yan jî fasiq e/gunehên mezin kirine. (el-Camîus-Sexîr 2/45, Ebû Dawûd, K. Selatî Bab-û Îmametil Berrî wel-Fecir.) Li gorî ku li gorî van hedîsan kesên ku gunehên mezin jî kiribin, karin li pêşiya cemaetê melatiyê bikin, bêguman kesekî bêrî jî dikare li pêşiya cemaetê melatiyê bike û em jî dikarin li pey wî nimêja xwe bikin. Ne tiştekî rast e ku cemaet ji ber vê meseleyê di navbera xwe de têkeve nav ixtilafan û ji hev belav bibe.” (Ali Rıza Demircan, Parastina Nasnameya Xwe ya Îslamî, Beyan Yayınları, Stenbol, 2008, r: 268-269)