Fetwayen Kurdi

Ma caiz e mirov silavê bide Rîyê Pîroz ê Cenabê Pêxember û şûşeya wê sê caran maç bike û bibe ser eniya xwe?

Pirs: Bi wesîleya meha Remezanê xelk ji bo dîtina rîyê Cenabê Pêxember diçe mizgeftan. Di meha Remezanê de li mizgefta ku em ji bo terawîhan çûnê jî ji xelqê re hat nişandan. Dema şanî me dan wezîfedaran ji me re got, her du destên xwe rakin û silavê bidinê. Me jî wisa kir; lê paşê ez ketim şike. Gelo tiştekî wiha wek şirk tê hesibandin. Hûn dikarin me agahdar bikin?

Bersiv: Tiştekî wisa di dînê me de tuneye ku mirov silavê bide rîyê pîroz ê Cenabê Pêxeber, şûşe yan qutiya ku tê de ye maç bike û bibe ser eniya xwe. Tiştên wiha bîda’t in, lê ji ber tiştekî wiha kesek nabe muşrîk. Lê tiştên wiha nayên wê maneyê ku dîtina ji bo rîyê pîroz bi awayekî teqez qedexeye. Ji bo bersiva me ya li ser vê meseleyê ji kerema xwe serî li vê lînkê bidin.

https://www.fetwayenkurdi.com/ma-tu-mehzura-we-heye-mirov-bice-ri-u-xirqeye-piroz-e-pexembere-me-bibine/