Fetwayen Kurdi

Him kişandina cigareyê him jî xwarinên birûn ji bo tendirustiya mirovan bi zirar in. Gelo hukmê li ser her duyan wek hev e?

Pirs: Dema ez di hin sohbebetan de dibêjim, ji ber ku cigare zirarê dide tendirustiya mirovan, ne caiz e; hevalên min jî îtiraz dikin û dibêjin, naxwe li gorî heman mantiqê divê xwarinên birûn û xwarina gelek goştê sor jî ne caiz be, çimkî ew jî zirarê didin tendirustiya mirovan. Dibêjin ji ber vê em ne emîn in kişandina cigareyê helal e yan na? Gelo rastiya vê meseleye çi ye?

Bersiv: Hukmê li ser herambûna cigareyê li gorî ictihadekê ye. Yanî li ser vê meseleyê di ayet yan hedîsekê de nabêje, cigare heram e. Lê Xwedê Teala di Qur’anê de gotiye tiştên pîs (hebaîs) heram in. (Bnr: E’raf, 7/157) Ji xeynî vê wek tê zanîn gelek zirarên mezin ên cigareyê hene. Loma mirov bi awayekî rihet dikare bibêje ku ji ber van sedeman kişandina cigareyê ne caiz e.

Lê meseleya goştê sor û xwarinên din, cuda ye. Goştê sor di esasê xwe de ne bi zirar e. Tenê ji bo hin kesên ku hin nexweşiyên wan hene û ji bo kesên ku pir zêde dixwin, bi zirar e. Lê ya rastî dibe ku ev talûke di hemû xwarinan de jî hebe. Wek mînak şekir ne madeyeke bizirar e. Lê doktor ji bo kesên ku bi nexweşiya şekir ketine, pêşniyaz dikin şêranî û tiştên bişekir nexwin. Lê ev nayê wê maneyê ku şêranî û şekir heram in. Tenê ji bo tendirustiya wan kesan nexweş bi zirar e ne ku divê her kese dev ji xwarina şekir û tiştê şêranî berde. Lê heta niha tu pisporekî behsa yek feydeyeke cigareye jî nekiriye. Bereksê wê li gorî hemû pispor û lêkolînan, cigare tiştekî gelek bi zirar e. Ji ber vê divê mirov, xwe bi temamî ji cigareyê dûr bixe.