Fetwayen Kurdi

Ma caiz e mirov nargîleyê bikişîne?

Pirs: Hukmê li ser kişandina nargîleyê çi ye? Ma ji bo ku zirarê dide bedena mirovan kişandina wê ne caiz e?

Bersiv: Dînê Îslamê her tiştê ku ji bo beden, eqil, mal, civak û dîn bi zirar e, qedexe dike. Nargîle jî wek cigareyê ji tûtinê ye. Ji bo ku ew jî wek tûtinê van hemû taybetmendiyên bizarar di nav xwe de dihewîne, divê kişandina wê jî ne caiz be.

Li gorî gotina pisporan zirarên nargîleyê ne kêmî yên cigareyê ne û hetta bi aromaya fêkî be yan jî bi avê bê fîltrekirin jî zirara nargîleyekê herî kêm bi qasî heft–heşt pakêtên cigareyê ne.

(Bnr. Malperên Înternetê yên Rêxistina Tendirustî ya Cihanê û Wezareta Tendirustiyê)

Mirov dikare bibêje hukmaê li ser zirara nargîleyê wek a li ser cigareyê ye.

Ji bo hînbûna hukmê li ser cigareyê jî hûn dikarin serî li malpera li binî bidin.

www.fetva.net/yazili-fetvalar/sigara-icmenin-hukmu-nedir.html