Fetwayen Kurdi

Ji bo çûyîna betlaneyê ma caiz e mirov daxwaz ji pisporê tedawiya fizîkî bike da ku ji bo me tedawiya germavê binivîse?

Pirs: Tevî ku tu nexweşiyeke min a girîng nîne jî min li ba pisporê tedawiya fizîkî ji bo tedawiya germavê rapor nivîsî. Bi vî awayî qismekî mesrefê, dewlet ji kîsî xwe dide. Ji xwe ez ê ligel eqrebeyên xwe biçûma ku ji bo tedawiya fizîkî diçin. Doktor jî bêyî ku muayene bikin, kî bi xwaze ji bo wan vê raporê dinivîse. Gelo bi vî awayî pereyê ku mirov ji dewletê digire heram e yan helal? Her wiha heke ev wek webalek be ma ev guneh di stûyê doktor de ye yan di stûyê nexweş de ye yan jî di stûyê her duyan de ye?

Bersiv: Tiştekî ku ne heqê mirov be, heke mirov bi beyan û îfadeyên derew hewl bide ku bi dest bixe, ne caiz e. Ji ber vê divê tu wî pereyî negirî.

Xwedê Teala wiha ferman kiriye:

“Ey yên ku baweriyê tînin û ewle dibin. Malên xwe bi awayên batil di navber xwe de nexwin! Bes hûn dikarin bi tîcareta ku bi rizaya aliyan be, hûn dikarin bixwin…” (Nîsa, 4/29)

Hedîseke bi vî awayî jî ji Pêxemberê me hatiye riwayetkirin:

Ne li gorî Îslamê ye ku mirov zirarê bide kesekî (tiştekî) û zirar li mirov bê kirin (Ehmed b. Henbel, 1/313)

Her wiha doktor jî helbet ew jî ji ber ku wezîfeya xwe îhmal dike û dibe wesîleya tiştekî şaş, ew jî mesûl e.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

“Yê ku piştgiriya karekî baş dike, ji wê, behrekê digire; yê ku piştgiriya karekî xerab dike jî ji ber wê yekê dikeve bin mesûliyetekê. Yê ku her tiştî dibîne Xwedê ye.” (Nîsa, 4/85)

 “Di meseleya fazîletbûn û teqwayê/xwedûrxistina ji şaşiyan de alîkariya hev bikin, li ser guneh û zêdegaviyê alîkariya hev nekin.” (Maîde, 5/2)