Fetwayen Kurdi

Ma caiz e mirov ji berhem û xizmetên bêfaîz yên bankên bifaîz istifade bike?

Pirs: Fîrmaya me hemû kar û barên xwe bi bankên bêfaîz dike. Lê di salên dawî de bankên ku bi faîzê emel dikin, li welatên wek Hollandayê dest bi xizmetên bêfaîz jî dikin û pêşniyazan li me dikin. Teklîfên ku dikin ji bo me jî cazib in. Gelo caiz e ku mirov ligel van bankan bixebite?

Bersiv: Em dibînin ku îro li Dinyayê gelek bank vebûne ku bi du awayan dixebitin. Yanî him bi fazîzê emel dikin him jî xizmetên bêfaîz dikin. Dema vî tiştî jî dikin yan di bin banê heman bankê de yan jî wek du branşên cuda dikin. Hetta piştî krîza akonomîk a dawî ku tesîrê li hemû dinyayê kir, me dît ku IMF û Banka Cihanê, di wê çarçoveyê de ku mirov berê xwe bide fînasa Îslamî, daxuyanî dan û ji bo teşwîqa vî tiştî helwest nîşan dan. Lê gelek bankên ku wek Îslamî tên binavkirin û bankên bifaîz ku dibêjin em xizmetên li gorî îslamê û bêfaîz jî dikin, di rastiyê de piraniya berhem û xizmetên wan ên akonomîk, bifaîz in; lê xwe wek bêfaîz nîşan didin.

Ji bo vê, tiştekî baş e ku bankên bifaîz, xizmetên li gorî Îslamê û bêfaîz bikin û reklama vê xizmeta xwe bikin da ku muşteriyên xwe teşwîqî vî aliyî bikin. Heke xizmet û alîkariyên ku ev banka dikin di rastiyê de bêfaîz bin, tu mehzûr nîne ku mirov ji van xizmetan îstifade bike. Çimkî li gorî Îslamê di danûstandinê de ya girîng ne bîr û baweriyên aliyan e, ya girîng ew e ku ew danûstandin û muamale bi kîjan awayî tê kirin. Heke ew muamele li gorî Îslamê be tu mehzûr nîne ku Misilman wî kar û muameleyê bikin. Ji xwe Cenabê Pêxember bi xwe jî bi Cihû, muşrîk û bi mensûbên baweriyên din re danûstandin kiriye.

Dibe ku di vir de pirseke wiha bê kirin gelo heke bankên Misilmanan hebin ma divê mirov berê xwe bide bankên din ku ji aliyê xeyrimusliman ve hatine avakirin. Ji bo vê meseleyê jî mirov dikare bibêje heke bankên Misilmanan him bi esasê çavkaniya xwe ya fînansî him jî bi kalîteya kar û xizmetên xwe, wek bankên din bin an jî xizmeta wan baştir be, mirov di şûna bankên din de berê xwe bide bankên Îslamî baştir e.

Lê heke hûn ji me re bibêjin bê hûn ê kîjan muameleyê bikin û ji bo vê kîjan pergal bê tetbîqkirin, em ê karibin agahiyên berfirehtir bidin we.

Ji kerema xwe serî li van lînkan jî bidin.

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/bankalarin-bankacilik-hizmetlerinden-de-mi-yararlanmak-caiz-degildir.html

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/faizle-is-yapan-bankalarla-faiz-almadan-calismak-caiz-mi.html