Fetwayen Kurdi

Mal û berhemeke ku li cihekî hatiye çêkirin ma mirov dikare nîşan bide wek ku li cihekî din hatiye çêkirin?

Pirs: Mal û berhemeke ku li Çînê hatiye çêkirin ma mirov dikare bibe Malezyayê û wisa nîşan bide wek ku ew mal û berhem, li Melezyayê hatiye çêkirin? Ma ev yek heram e? Li Mahmutpaşaya Stenbolê gelek cil û berg, malên Çînê ne. Lê em veberhênanên xwemalî ji ber fiyetê mexdûr dibin. Gelo em jî wek wan bikin ma em ê têkevin gunehan?

Bersiv: Wek di pirsa te de, heke mirov biçe mal û berhemekê ji Çînê bikire û paşê bibe Malezyayê û wisa nîşan bide, wek ku ew mal û berhem li Malezyayê hatiye çêkirin, ev yek ji bo xapandina însanan e. Çimkî ew mal û berhem piştî wê yekê, wê li Tirkiyeyê ne wek “malê Çînê” dê wek “malê Malezyayê” bê firotin. Ne mimkin e ku mirov tiştekî wiha wek caiz qebûl bike. Pêxemberê me (s.x.l)  di hedîseke xwe de wiha ferman kiriye:

“Kî me bixapîne ew ne ji me ye.” (Muslim, Îman 164, (102); Tirmizî, Buyu’ 74; Ebû Dawûd, Buyu’, 52; Îbnû Mace, Tîcaret, 36)

Di tîcaretê de ya esas rastî û dirûstî ye. Li gorî riwayeteke ji Ebû Seîd (r.a) Cenabê Pêxemberê me wiha ferman kiriye:

“Bazirganên dirûst û pêbawer; ligel pêxember û ligel kesên rast û şehîdan in ku pêxemberan tesdîq dikin.” (Tirmizi, Buyu’, 4)

Li gorî riwayeta ku ji bavê û ji bapîrê Rifaeyê kurê Rafî (r.a.), hatiye neqilkirin; ew bi xwe ligel Resûlê Xwedê diçe cihê nimêjê. Resûlulleh dibîne ku hin însan danûstandinê dikin û gazî wan dike û dibêje: “Gelî civaka bazirganan!” Li ser vê ew jî serê xwe radikin û berê xwe didin Resûlulleh. Paşê Resûlulleh wiha ferman dike:

“Bazirgan wê di roja qiyametê de bi halekî gunahkar û rezîl bên vejandin. Lê yên ku xwe diparêzin û xwe ji gunehan dûr dixin, yên ku li ser sonda xwe dimînin û yên ku rast û dirûst in, ne di nav vê yekê de ne.” (Tirmizî, Buyu’, 4; Îbn Mace, Ticaret: 3; Ebû Dawûd, Buyu’, 1)