Fetwayen Kurdi

Dema esnafek bi deyn mal û berhemên xwe bifiroşe divê haya wî ji çi hebe?

Pirs: Em esnaf in. Em hin caran malzemeyê xwe bi hesabê vekirî yanî bi deynê xwe difiroşin. Dema em malzemeyên xwe diriroşin, em fiyetên wan li ser fîşan dinivîsin. Lê ji bo ku hesabê vekirî ye, hin caran em nikarin heta salekê jî deynê xwe yanî pereyên xwe tehsîl bikin. Di vê navberê de hin caran zam tê ser malzemeyan û fiyeta wan zêde dibe. Ji ber vê, fiyetê ku em dikirin ji fiyetê ku em difiroşin muşteriyên xwe, zêdetir dibe. Gelo di rewşên wiha de mirov dikare bi muşteriyan re xeber bide û fiyetên fîş û fatûreyên ku me berê birîbûn, biguherînin? Ku em tiştekî wiha bikin caiz e yan na?

Bersiv: Di kar û barên wiha de, ya divê mirov fiyeta wî û mal û malzemeyan bi belgeyan diyar bike/qeyd bike, yan jî divê mirov miqdarê wî mal û malzemeyê qeyd bike. Heke fiyetê wî mal û berhemê berê hatibe nivîsîn û we wisa li hev kiribe, roja ku muşterî were pereyê xwe bide yan jî rojeke din, hûn nikarin wî fiyetî biguherînin. Lê heke we ne fiyet, miqdarê wî mal û malzemeyî nivîsîbe û we û muşteriyên xwe bi vî awayî we li hev kiribe, roja ku muşterî were deynê xwe bide, hûn dikarin hesabê xwe li gorî fiyetê wê rojê ya wî mal û malzemeyî bikin û bi vî awayî pereyên xwe tehsîl bikin.

Ev yek bes ji bo kar û barên tîcarî yên normal derbasdar e ku mal û malzemeyek tê firotin û di muqabilê wê de pere tê wergirtin. Ji bo kirîn û firotinên bifaîz ne derbasdar e.

Doç. Dr. Servet Bayındır