Fetwayen Kurdi

Bêyî ku mirov xwe tevlî zirara wê bike ma mirov dikare bes li ser esasê karê şirîkatiyê bike?

Pirs: Min hinek pere dan kesekî ku bi tîcaretê emel dike. Di muqabilê wê de jî her mehê pereyekî dide min. Kîjan wextî bixwazim pereyê ku min daye, dikarim cardin bigirim. Gelo tiştekî wiha faîz e yan na?

Bersiv: Heke ew pere, di nav kar û qezencekê de hatibe bikaranîn û piştî ku zirara wê jî jê bê kuştin, kara ku mayî, hemû yan qismekê wê, ji bo te wek behra kara te bê dayîn, tîştekî wiha caiz e. Di vê rewşê de pereye ku te daye, kîjan çaxî tu bixwazî tu dikarî cardin bigirî. Dema we dawî li şirîkatiya xwe anî jî piştî ku we deynên xwe dan, pereye ku ji berê bimîne tu yê behra xwe bigirî.

Lê bêyî ku mirov xwe tevlî zirarê bike, mirov ji bo her wextî karake sabît bixwaze şirîkatiyeke wiha ne caiz e; tiştekî wiha nabe şirîkatî dibe wek peymana krêdiyê ya bifaîz.

Doç. Dr. Servet Bayındır