Fetwayen Kurdi

Ji bo îadekirina bacê ma caiz e mirov bi pereyan fîşan bikire?

Pirs: Ji bo îadekirina bacê ma caiz e mirov bi pereyan fîşan bikire?

Bersiv: Îadeya bacê, muqabilê xerckirinên rastîn ên; xebatkar, teqawid û zarokên ji 18 salî biçûktir e. Dewletê baca ku ji van mesref û xerckirinê digire, heta rêjeyekê cardin îadeyî wan xebatkar û teqawidan dike. Lê heke mirov tiştek xerc nekiribe û wek ku xerc kiribe nişan bide, ev yek ne rast e. Li gorî dewletê tiştekî wiha wek “sextekarî” ye û derbarê kesên wiha de ji 6(şeş) mehan heta 3(sisê) salan, dikare ciza bê birin. Li gorî dînê me jî ne tiştekî caiz e ku kesek bi beyanatên derew û sexte, mal û pereyekî ku ne heqê wî ye, bigire.