Fetwayen Kurdi

Ma caiz e mirov bi kesekî wisa re bibe şirîk ku ji bo avakirina karekî krêdiyê bikişîne?

Pirs: Heke mirov bixwaze bi şirîkatî karekî bike lê yek ji şirîkan ji bo sermiyanê ji bankê krêdiyê bikişîne ma mirov dikare bi wî re şirîkatiyê bike?

Bersiv: Pêşniyaza me ew e ku tu bi kesekî wiha re şirîkatiyê nekî. Her çiqas tu yê nebî şirîkê deynê wî yê bifaîz jî tu yê bibî sedem ku kesek deynekî bifaîz bigire. Dema roja dayîna wan deynan hat pirsgirêkên ku dê werin serê wî miheqeq dê werin serê te jî.