Fetwayen Kurdi

Ma caiz e mirov bêsîgorta bixebite û meaşê bêkariyê bigire?

Pirs: Pirsa min ew e, ser meseleyê em bibêjin kesek ji ber ku deyndar e ma dikare him di karekî bêsîgorte de bixebite him jî meaşê bêkariyê bigire? Ew meaşê bêkariyê ku dê bigire, lê helal e yan na?

Bersiv: Dewlet meaşê bêkariyê dide kesên ku bi rastî jî bêkar û şixul in. Kesekî tevî ku kar û emelekî wî hebe, bi awayekî formalîte û sextekarî  xwe wek bêkar nîşan bide û bi vî awayî meaşê bêkariyê bigire wek dînî ev meaş ne caiz e. Dema wî meaşî bigire bi vî awayî dikeve heqê sêwiyan û kesên ku bi rastî bêkar in. Divê miheqeq mirov xwe ji tiştekî wiha dûr bixe.