Fetwayen Kurdi

Wek jinek ma caiz e ku ez kuaforiya jinan bikim?

Pirs: Ez jineke sergirtî me. Dixwazim kuaforiyê bikim. Lê divê ez tiştên wek rakirina mûyan û epîlasyonê bikim. Gelo li gorî dînê me tu mehzûra karekî wiha heye?

Bersiv: Cihê ewretê yê jinekê ji bo jineke din, ji kabokê heta navikê ye. Hezkî erzûyekê hîs bikî yan jî hîs nekî, jinek  nikare ji kabokê heya navikê li cihekî jinekê binêre. Bi şertê ku erzûyekê hîs neke dikare li cihên din ên jinekê binêre. Heken erzûyekê hîs bike heram e ku li cihên din jî binêre. Ji ber vê jinek mecbûr e ku ji kabokê heta navika xwe bigire. Ev yek li ser wê ferz e. Loma divê li kuaforên jinan, ev cih bên nixumandin.

Piştî ku tu riayetî van xalan bikî, tu mehzûr nîne ku tu kuaforiyê bikî.