Fetwayen Kurdi

Ma caiz e mirov ji bo şanoyê şekl û şemalê xwe biguherîne?

Pirs: Ma guneh e ku jin di şanoyan de xwe têxin şek û şemalên meran? Yanî bi vî awayî ma naşibin meran ku li gorî hedîsan qedexe ye.

Bersiv:  Di hin hedîsan de wek hişyarî tê gotin divê jin xwe neşibînin meran, mêr jî xwe neşibînin jinan. Lê ev hişyarî ji bo terza jiyanê ne. Yanî dema jinek cil û bergên meran li xwe bike û wek wan hereket bike yan jî mêrek cil û bergên jinan li xwe bike û wek wan hereket bike… Lê guhertina cil û bergan û şekl û şemalan ku ji bo henek, şahî û lîstikên wek şanoyê ye, ne di çarçoveya vê qedexeyê de ye. Şahî û kêfxweşiyên wiha mubah in. Loma tiştekî wiha ne heram e.