Fetwayen Kurdi
Peydakirina 7 peykerên fîlan di malê de ma oxiriyê tîne?

Peydakirina 7 peykerên fîlan di malê de ma oxiriyê tîne?

Pirs: Dibêjin ku “peydakirina 7 fîlan di mal de siûd û oxiriyê tîne.” Gelo rastiya vê heye? Bioxiriya 7’an rast e; lê peydakirina heft peykerên fîlan di malê de ji min re tewş tê. Eger hûn di demek kin me agahdar bikin, em ê bextewar bibin?

Bersiv: Baweriya peydakirina heft peykerên fîlan ku dê ji însanran re oxir bîne, ji xurafeyekê pêk tê. Ne ji dûr ne jî ji nêz ve tu eleqeya wê û dînê me bi hev re tune ye. Divê ku meriv îtibarê bi agahiyên bi vî rengî neke.

Bo bidestxistina agahiyan di bara xurafeyan de ji kerema xwe re pirs-bersivên din ên di vê kategoriyê de ne jî bixwînin.