Fetwayen Kurdi
Ma Hz. Îsa di zarokantiya xwe de bûbû pêxember?

Ma Hz. Îsa di zarokantiya xwe de bûbû pêxember?

Pirs: Ma Hezretî Îsa di dema zarokantiya xwe de pêxember bû?

Bersiv: Ji axaftina Îsa aleyhiselam bi awayê mucîze di zarokantiya xwe di dergûşê de û ji gotina wî ya “Got: Ez bendeyê Xwedê me. Wî kitêb daye min û ez kirime pêxember.” (قَالَ إِنِّي عَبْدُ اللَّهِ آتَانِيَ الْكِتَابَ وَجَعَلَنِي نَبِيًّا)[1], tê fêhmê ku di zarokantiya xwe de ji bo pêxemberiyê hatibû hilbijartin. (Her wiha li ayeta 110’an ji sûreyê Maîde jî binihêrin.)



[1] Meryem, 19/30.