Fetwayen Kurdi
Ma Îmam Nesaî, alimekî hedîsê yê pêbawer e?

Ma Îmam Nesaî, alimekî hedîsê yê pêbawer e?

Pirs: Seyda, ma Îmam Nesaî alimekî hedîsê yê pêbawer e?

Bersiv: Nesaî, nivîskarê “es-Sunen”ê ya ku yeka ji Kutubê Sitte (şeş berhemên hedîsê) ye. Ji nivîskarên Kutubê Sitte, ji aliyê tarîxê ve yê herî dawî ye û di sala 303/ 915 de wefat kiriye.

Îmam Nesaî, hem alimekî hedîsê hem jî rexnegirê hedîsê ye û gelek berhemên wî hene. Hatiye diyarkirin ku berhema wî ya ku hêj negihaştiye me ya bi navê el-Cerh we’t-Te‘dîl, ya ku di derbarê pêbaweriya rawiyên hedîsê de girîng e.[1]

Lê ev heye, pêbawerî û ewlebûna Nesaî, nayê mena ku temamê hedîsên ku wî di “es-Sunen”ê de neqil kirine, sehîh in. Her riwayet, divê ku sened û metnê wê li gorî rêbaza ‘ilmê hedîsê were rexnekirin û digel temamê hedîsên din ên têkildar bi temamiya Qur’an-Sunetê bên nirxandin.



[1] Bo agahiyên berfirehtir bnh. M. Yaşar Kandemir, “en-Nesâî”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), XXXII, 563-565.