Fetwayen Kurdi
Ma stendina kuponan caiz e?

Ma stendina kuponan caiz e?

Pirs: Min ji firoşgehekê hin kinc kirîn. Li hemberî wê kirîna min, kuponê wesayitê dan min. Gelo wesayit ji min re derkeve, helal e yan na?

Bersiv: Ji bo kupona wesayitê, eger we perekî zêde nedabe, sirf pereyê tiştên we kiriye dabe, di vê de tu mehzûrek tune ye û nakeve bin hukmê qumarê.

Tesbîtkirina kesên ku dê wesayitan bi rêya pişkê qezenc bikin, wî karî nake qumar. Lê belê, ji bo beşdarbûna rakêşanê, eger hûn perekî zêde bidin, wê demê ew rêxistin/organizasyon dibe qumar.