Fetwayen Kurdi
Ma rast e ku li Pêxmberê me (s.a.w) sêhr hatiye kirin?

Ma rast e ku li Pêxmberê me (s.a.w) sêhr hatiye kirin?

Pirs: Tê ragihandin ku li Pêxember (s.a.w) sêhr hatiye kirin û heta sûreyê Feleq bo vê nazil bûye. Gelo ev tişt rast e yan na? Eger rast be, digel ku Pêxember di bin parastin û stara Xwedê Teala de ye, sêhrê çawa bandor lê kiriye? Bandora sêhrê ma ewqas bi hêz e?

Bersiv: Mîna ku tê zanîn, ji bo kuştina Pêxember (s.a.w) pir dolap û komplo hatine lidarxistin. Xwedê Teala her gav Qasidê xwe ji wan dolaban rizgar kiriye. Çawa di şerê Xeyberê de bi rêya jehrdayinê xwestine ku Pêxember (s.a.w) bikujin.

Sêhra ku behsa wê tê kirin jî yek ji wan komployan e. Çawa ji yên din xelas bûbe dîsa ji wê jî xelas bûye. Eger bûyera ku li Pêxember (s.a.w) sêhr hatiye kirin û sûreyên Feleq û Nas di derbarê wê de daketine rast be, wê demê pêdiviya xwendina van sûreyên han ji bo xelasiya ji bandora sêhrê ji bo kesên ku sêhr li wan hatiye kirin re dibe delîl.