Fetwayen Kurdi
Ma flort, zina ye?

Ma flort, zina ye?

Pirs: Ma flort, zina ye? Ma meriv bi destê hev bigere, bi hev re bimeşe di bin kîjan kategoriyê de tê nirxandin? 

Bersiv: Ji gunehên mezin yek jê jî zina ye. Ne ku kirina wê, belbî nêzîkatiya bi bal jî ve hatiye qedexekirin. Di vê meseleyê de Xwedê Teala wiha ferman dike:

Nêzîkî zinayê mebin. Lewra ew, karekî pir kirêt û rêyeke pir pîs e.”[1]

Zina, ku mêr û jineke biyanî ango di navbera wan de nîkah nehatibe birîn, bi hev şa bibin. Ji bilî vê, nîşandana helwestên mîna bi destê hev bigirin, bi hev re bimeşin û hwd. meriv nêzî zinayê dikin û bi ayeta li jor borî hatine heramkirin.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

“Ji zilamên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin. Lewra ev, ji bo wan çêtir e. Bêguman Xwedê ji ya ku ew dikin agahdar e.

Ji jinên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin…”[2]

Di ayetê de têkilatiya ku di navbera nihêrtin û parastina cihê şermgehê de hatiye saz kirin, girîng û balkêş e.  Lewra her tişt bi awir û nihêrtinê dest pê dike. Nirxandina Pêxemberê me (s.a.w) ya di vê meseleyê wiha ye:

Zina çavan, nihêrtin e.[3]

Ji ber van sedeman, çawa ku em xwe ji zinayê diparêzin divê ku em xwe ji tiştên meriv bi bal zinayê ve nêz dikin jî dûr bigirin.



[1] Îsra, 17/32.

[2] Nûr, 24/30-31.

[3] Buxarî, Isti’zan, 12.