Ji bo jiyana dînî ma hewcedarî bi şevên qendîlê tuneye?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Şevên Qendîlê Tarih: 09 Şubat 2017

Pirs: Min nivîs û pirs-bersivên we yên di derbarê şevên qendîlê de xwendin. Ez dixwazim vê pirsê ji we bikim. Niha mirov bawer dikin ku şevên qendîlê, şevên pîroz in. Ji ber vê jî di wan şevan de mizgeft bi însanan tije dibin. Eger em rastiya meseleyê ji van însanan re bibêjin, kesên ku bi wesîleyekê salê carekê hatine mizgeftê, dê ji binî ve neyên. Ma ev dê nebe sebebê ku rewşeke hîn xeternaktir derkeve holê? An jî da ku em van şaşî û çewtiyan sererast bikin, divê em çi bikin?

Bersiv: Di nivîsa bi sernavê “Recep Ayı Hakkında Uydurulmuş Hadisler” îşaret bi bal pirsa we ve hatiye kirin û wiha hatiye nivîsandin:

Pêkan e ku hin hizrên bi vî awayî “Ev hedîs, da ku teşwîqa (terxîba) Misilmanan bi bal karê rind ve bike hatine gotin. Gelek mirovên ku di demên normal de bîra rêya mizgeftê nabin, di van roj û şevan de pêl bi pêl diçin mizgeftan, tobe û bexşandina xwe dixwazin û nimêj dikin. Ma niha hûn dibêjin ku ev hedîs mewdû‘ in û divê ev tiştên ku mirov dikin jî biterikînin?” werin ber hişê mirov. Bêguman mirov tobe û daxwaza bexşandinê ji Xwedê bike, nimêj bike û rojiyê bigire, biçûk nayê dîtin. Terikandina van jî tu mirovê Misilman daxwaz nake. Lê belê hebûna kesên ku bi fezîleta rojan ewle dibin û di rojên din de dîn, bawerî û kirina ‘emelan ji bîr dikin wekî rastiyeke ku nayê weşartin li pêşberî me ye. Ji sedemên sereke ku berê însanan dide van ramanên şaş yek jê jî, ev hedîsên mewdû‘in. Di vê mijarê de Mamoste M. Yaşar Kandemir wiha dibêje:

“Hedîsên terxîbê, mîna ku tê gumankirin her gav berê Misilmanan nedaye ku dunyayê îhmal bikin û bi ‘îbadetên nafîle re mijûl bibin, heta gelek caran –wekî ku Hezretî Pêxember ji encama wê bi tirs bû– bûye sedemê ku ew ‘îbadetên xwe yên ferz îhmal bikin. Ma jixwe “Nizanim di kîjan wextê de bi kirina du rik‘et nimêj temamê gunehan tên bexşandin, êdî çi hewcedarî bi kirina pênc wext nimêjê, bi girtina rojîya mehekê, çûna hecê û dayîna zaketê heye. Madem bi kirina du rik‘et nimêj hemû guneh tên bexşandin, ma çima mirov li gorî dilê xwe nejî û enwai muherremat (her cureyên heraman) neke. Ma bi kirina du rik‘et nimêj, dan bexşandina van pîsîtiyan her gav ne guncav e? Em di navbera gotina kirina du du rik‘et nimêj ji bo rizgariya ji qebehetên adî, heta ji bo xelasiya ji curmên şenî‘ (zişt) têr dike û îlankirina ku bingehên dînî û rewiştî pûç û bê esas in tu cudahiyê nabînin.”

Di bersiva pirsa kesên ku dibêjin “Digel ku bid‘et li dijî ruhê Îslamê ye, ji aliyê Xwedê û Qasidê Wî ve hatine qedexekirin jî car caran di hin çînên civakî de dibin wesîle ji bo ku hestên olî bijîn û li piya bimînin; ji vî aliyî ve ma ne lazim e ku bi xweşbînî were dîtin?” Mamoste Hayrettin Karaman wiha dibêje:

“Terikandin û jibîrkirina Îslamê bi awayê bawerî, ‘îbadet, pergal û exlaqê û bibîranîna wê bi tenê bi rêya bid‘etan, nabe jiyana wê; li berevajî vê dibe mirina wê.  Ji bo jiyandina wê, ne ku bid‘etên jê re biyanî ne; li dijraberî vê divê ku bingehên Îslamê werin vejandin.

Ne Îslam, ji bo jiyandina hestekî dînî yî razber hewcedarî bi rewackirina bid‘etan tuneye. Lewra ew, hestekî xwezayî ye.”

Ji bo xwendina temamê nivîsê ji kerema xwe re serî li navnîşana jêr bidin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/kandil-geceleri/recep-ayi-hakkinda-uydurulmus-hadisler.html

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma bûyera mîracê di Qur’anê de dibore? Rastiya vê yekê çi ye? 10.02.17 459
2 Ma pênc wext nimêj di şeva Mîracê de ferz bû? 13.02.17 311
3 Ma mîrac di kîjan salê de qewimiye? 15.02.17 351
4 Ma di derbarê şevên qendîlê de ji îmamên mezheban tu fetwa hatine dayîn? 28.12.16 431
5 Ma mîrac bi bedenê an jî bi ruh pêk hatiye? 16.02.17 310
6 Ma mirov dikare tesbît bike ka leyletul-qedr di kîjan şevê de ye? 29.12.16 466
7 Ma mîrac ji mucîzeyên Pêxemberê me ye? 17.02.17 294
8 Sedemê ku firîşte û rûh di leyletul-qedrê de dadikevin ser rûyê erdê çi ye? 13.01.17 400
9 Ma di şevên qendîlê de dawet an jî nîşanî tê kirin? 20.02.17 324
10 Ma ji bo sê mehan tu duayek heye? 16.01.17 488
11 Ma mirov dikare di şeva mîracê de beşdarî şahiya nîşaniyê bibe? 22.02.17 382
12 Girtina rojiyê di sê mehan de 17.01.17 409
13 Ma di şevên qendîlê de têkiliya cinsî ya di navbera mêr û jinê de qedexe ye? 23.02.17 307
14 Kesê ku di sê mehan de bimire ma -di gorê de- kengî pirs jê tê kirin? 18.01.17 429
15 Ma îda Remezan û Qurbanê jî mîna şevên qendîlê bid‘et e? 24.02.17 328
16 Ma rastiya hedîsa “Receb meha Xwedê ye, Şe‘ban ya min e, Remezan jî ya umeta min e.” çi ye? 19.01.17 391
17 Ma hûn dikarin gotina Hezretî ‘Umer “ev çi bid‘eteke rind e” rave bikin? 27.02.17 377
18 Ma tu nimêjeke ku di şeva Rexayibê de were kirin heye? 23.01.17 372
19 Ma tu îbadeteke ku xasî bi meha Muherremê be heye? 28.02.17 276
20 Ma Hezretî Ebû Bekir û ‘Umer li kesên ku di meha Recebê de rojî digirtin hêrs dibûn? 24.01.17 389
21 Ma tu îbadeteke u xasî bi meha Seferê be heye? 01.03.17 291
22 Ma di şeva Beratê çiqas însan tên bexşandin? 25.01.17 407
23 Ma pîrozkirina hefteya jidayikbûna Pêxember fermaneke olî ye? 02.03.17 317
24 Ma kirina ‘îbadetên pir di şevên qendîlê de mehzûr e? 07.02.17 324
25 Ma Dîyanet çima hîn jî şevên qendîlê pîroz dike? 08.02.17 351
26 Ji bo jiyana dînî ma hewcedarî bi şevên qendîlê tuneye? 09.02.17 305