Fetwayen Kurdi
Piştî definkirinê, ma pêwist e ku telqîn jî were xwendin?

Piştî definkirinê, ma pêwist e ku telqîn jî were xwendin?

Pirs: Dema mirî tê definkirin, herî dawî mela ango seyda ji gora mirî vediqetin. Min bihîst ku mirî di gorê de ji mirina xwe haydar dibe û dema dixwaze rabe, serê xwe li kevirê ser gorê dixe û piştî bihîstina dengê ku ji serî tê, îmam ji gorê vediqete. Gelo ev tiştê han rast e?

Bersiv: Tu rastiya vê meseleyê tune ye. Sebebê ku îmam herî dawî ji gorê vediqete, bi sedem “telqîn”a ku herî dawî tê kirin ya di nav gel de meşhûr e û tu esas û bingeh jê re tune ye.      

Peyva telqînê bi mena ku mirov li pêşiya yekî bibêje. Di vir de dixwazin hin agahî û zanînên olî bidin kesê mirî. Lê belê telqîn, ne ji bo kesên mirî, belbî ji bo yên sax an jî yên di ber mirinê de ye. Li gorî ku ji Ebû Se‘îd el-Xudrî (x.j.q) hatiye ragihandin, Qasidê Xwedê wiha gotiye:

Ji we, kesên ku di ber mirinê de ne, li pêşiya wan gotina la îlahe îllallah bibêjin.[1]

Di derheqê piştî definkirinê li ser gorê dê çi bê kirin de hedîseke Pêxember (s.a.w) heye:

Ebû ‘Emr Osman kurê‘Effan (x.j.q), wiha riwayet dike:

Pêxember (s.a.w) piştî ku miriyek hat definkirin, li ser gora wî sekinî û wiha got:

Bexşandina birayê xwe bixwazin û ji bo wî serkeftin û tewfîqê ji Xwedê bizwazin. Lewra niha, pirs ji tê kirin.”[2]



[1] Muslim, Cenaiz 1,2.

[2] Ebû Dawûd, Cenaiz 69.