Fetwayen Kurdi
Mêr mir. Dayik, bav, hevser û sê keçên wî hene. Mîrat dê çawa were teqsîmkirin?

Mêr mir. Dayik, bav, hevser û sê keçên wî hene. Mîrat dê çawa were teqsîmkirin?

Pirs: Zilamek dimre û li pey xwe dayik, bav, hevser û sê keçan dihêle. Teqsîma malê wî di nav van wêrisan de dê çawa were kirin?

Bersiv: Di serî de dê hevsera wî, heştyeka (1/8) mîratê bigre. Piştre tiştê mayî bi teqsîmeke nû hem dê û hem jî bav şeşyeka (1/6) mîratê bigrin. Ji sisiyan diduyê (2/3) mîratê jî dê di navbera her sê keçên wî de were teqsîmkirin.

Mîrat dê bi bal 144 hisseyan/paran ve were dabeşkirin. Heştyeka wê ango 18 par dê hevsera mirî bigre. 126 par/hisseyên mayî jî şeşyeka wê ango 21 par dê dayika wî; 21 par bavê wî bigre. 84 parên ku ji (2/3) sisiya diduyê 126an jî dê di navbera zarokên keç de ji her yekê re 28 par, were dabeşkirin. 18+21+21+28+28+28=144