Fetwayen Kurdi
Mêr mir. Hevser, keçek û du lawên wî man. Mîrat dê çawa bê teqsîmkirin?

Mêr mir. Hevser, keçek û du lawên wî man. Mîrat dê çawa bê teqsîmkirin?

Pirs: Mêr mir. Digel hevser, keçek û du lawan şeş bira û xwişkek wî heye. Mîrat dê çawa bê teqsîmkirin?

Bersiv: Heştyeka mîratê ji hevsera mirî re dikeve. Tiştê mayî jî di navbera zarokên wî de -bi awayê ku ji kur re bi qasî para du keçan- dê were dabeşkirin. Li gorî vê, mîrat dê bi bal 40 paran/hisseyan were dabeşkirin; 5 par ji hevsera wî re, 7 par ji keça wî re û ji her lawekî wî re jî 14 par dikeve.

Bi sedema ku zarokên mirî hene, para birayan di mîratê de tuneye. Di der barê wan de Xwedê Teala wiha ferman dike:

Dema lêzim, sêwî û belengaz li ser parvekirina mîratê hazir bibin, vêca ji wê hinekî jê bidin wan jî û ji wan re peyveke xweş bibêjin.” (Nîsa, 4/8)

Ji bo vê jî tu pîvaneke diyar tuneye.