Fetwayen Kurdi
Kesên bê mazeret rojî nagrin ma îsyankariya Xwedê dikin?

Kesên bê mazeret rojî nagrin ma îsyankariya Xwedê dikin?

Pirs: Di Qur’ana Pîroz de derbas dibe ku ji bo gunehên mezin ên mîna zina û faîzê ezabê dojahê heye. Ev rewşeke gelekî zelal e. Lê belê digel ku di tu ayetan de îfadeyên bi vî rengî ji bo kesên rojiyê nagrin derbas nabe, hûn çawa dikarin bibêjin ku negirtina rojiyê îsyankarî ye? Rast e divê teqez em rojiyê bigrin. Lê belê ji van gotinan encama ku negirtina rojiyê ji gunehên mezin e derdikeve holê. Îsyankarî, gunehekî mezin e. Digel ku Rebbê me ji bo kesên zinayê dikin, faîzê dixwin û hwd. ragihandiye ku “ezabekî bijan heye”, lê belê ji bo rojiyê îfadeyeke wiha negotiye. Da ku dilê min rihet û aram bibe hewcedariya min bi fikir û ramanên we yên hêja heye. Hûn dikarin bi min re bibin alîkar?

Bersiv: We, bi tenê li ayetên ku qala gunehên mezin dikin nihêrtiye. Baş e, wê gavê terikandina ferzên ku Xwedê Teala kirina wan teqez ferman kirine, dê çawa bibin gunehên biçûk! Ma nekirina emrekî ku Xwedê Teala bi awayekî pêdivî ferman kiriye, ne îsyankarî ye çi ye? Jixwe îsyankarî, di wateya “terikandin, guh nedêrandin”ê de ye. Kirina tiştê ku Xwedê gotiye “meke” çawa dibe gunehekî mezin, nekirina tiştê ku gotiye “bike” jî her wiha gunehekî mezin.

Nimêj, rojî, hecc, zekat û hwd… Dema hûn bi nêrîneke tevahî hukmên di der barê van îbadetan de bixwînin, hûn ê bi awayekî hêsan têbigihîjin kesên ku bêyî hebûna uzrekî ferzan diterikînin, bêemrî û îsyankariya Xwedê Teala kirine.

Wekî din di ayeta dawî ji ayetên ku qala hûrgiliyên rojiyê dike de Xwedê Teala wiha ferman kiriye: “Ev, sînorên (hudûdullah) ku Xwedê danîne; teqez nêzî wan nebin.” (Beqere, 2/187). Kesê digel ku tu uzrekî wî tunebe û rojiyê negre, ne bi tenê nêzî wan sînoran bûye, ew derbas jî kirine. Xwedê Teala di der barê kesên rîayeta sînorên ku ew danîne dikin û kesên nakin de wiha ferman kiriye:

“Ev sînorên Xwedê ne. Kî bi ya Xwedê û Qasidê Wî bike, dê wî bixe bihuştên ku çem di nav wan de diherikin, dê heta hetayê tê de bimînin, ha ev e serfiraziya mezin.

Kî jî bêemriya Xwedê û Qasidê Wî bike û ji sînorên Wî derbas bibe, dê wî têxe agirekî ku tê de seraqetî bimîne. Ezabê riswaker jê re ye.” (Nîsa, 4/13-14)