Ma meha Remezanê bi hesab an jî bi dîtina heyvê tê diyarkirin? 
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Rojî Tarih: 12 Haziran 2018

Pirs: Ma destpêk û dawiya meha Remezanê bi hesab an jî bi dîtina heyvê tê diyarkirin? 

Bersiv: Rojên olî, bi hesab tên diyarkirin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Roj û heyv li gorî hesabekî tev digerin.” (Rehman, 55/5)

Ê ku roj kiriye ziya (ronahî) û heyv jî kiriye nûr Ew e. Ew kiriye qonax bi qonax da ku hûn jimara salan û hesêb bizanibin. Xwedê ev, li ser rastiyê afirandine û ji bo civateke bîrewer ayetên xwe aşkera dike.” (Yûnus, 10/5)

Ziya, tîrêjên Rojê ne; nûr jî roniya ku mirov nerihet nakin. Em rojê bi xwe nabînin; ya ku em jê re roj dibêjin tîrêjên ku jê tên.

Em nikarin Heyvê jî bibînin. Heyv ji bo me, tîrêjên Rojê yên ku lê didin û ji aliyê me ve tên dîtin. Ji lewre em jê re heyvik/hilal, nîv heyv û heyva çardeşevî dibêjin. Ji ayetên têkildar yek jê wiha ye:

Me ji bo heyvê jî hin qonax terxan kirine; di dawiyê de ew dibe wekî çiqlê dara xurmê. ” (Yasîn, 36/39)

Roja yekem ji meha qemerî, roja ku li pey avabûna heyva ku piştî roj diçe ava derdikeve ye. Heke ew meh Remezan be divê mirov wê rojê, bi rojî derbas bike. Xwedê Teala wiha fermna dike:

“… Kî ku ji we gihaşt meha Remezanê, bila wê bi rojî derbas bike…” (Beqere, 2/185)

Li gorî ayetên borî, divê ku mehên qemerî bi hesab werin diyarkirin. Lê belê bi sedema ku kesekî vî hesabî bike li nik Pêxemberê me tunebû, wî wiha gotiye:

Em civateke ummî ne; nikarin binivisînin, nikarin hesab bikin.”

Piştre deh tiliyên xwe sê caran vekiriye di cara sêyem de tiliya serî girtiye û wiha gotiye “meh; wiha, wiha û wiha ye”  (ango bi bal 29 rojan ve îşaret kiriye); piştre wiha gotiye “meh; wiha, wiha û wiha ye” ango 30 roj qesid kiriye. (Muslim, Siyam, 1080)

Bi vî awayî wî bi zimanê îşaretê ragihandiye ku meha qemerî ji 29an kêmtir û ji 30 rojan zêdetir çênabe. Gotineke wî ya din wiha ye:

Bi dîtina heyvê rojî bigrin, bi dîtina wê bikin cejn. Heke hewa bi ewr be mehê bikin sî roj.” (Muslim, Siyam, 1081)

Dema pisporekî ku hesab bike tune be, rêya çavdêriya li heyvê bi tenê çare dimîne. Pêxemberê me jî ew gotiye û kiriye. Ji ber ku êdî pisporên me hene divê em cihekî merkez bigrin û derbasî hesabê ku Qur’anê fermana pê kiriye bibin.

Hesab, ji bo Misilmanên ku li qutban dijîn jî pêdivîyek e. Lewra li wê derê hin deman roj hilnayê, hin gavan jî roj naçe ava. Dîtina heyvê di demên ku roj naçe ava de qet ne pêkan e.

Qur’an-Sunnet pêwîst digerîne ku em derbasî hesab bibin. Bi vî awayî em ê derfeta ku li her derê bi hev re rojiyê bigrin û di heman rojê de îdê bikin bi dest bixin.

Tetbîqa Karûbarên Dînî ya Turkiyeyê, rast e. Ji ber ku Qur’an di mijara demên nimêjan de fermana bi çavdêriyê dike, meseleya teqwîma qemerî ji hesabên ku ji aliyê komeke zanayan ve were kirine hiştiye.

Di tu ayetan de fermana bi çavdêriya heyvê nehatiye kirin; li berevajî vê berê mirovan bi bal hesab hatiye dayin. Tetbîqa Pêxemberê me ji neçarî -ango dîtina heyvê bi çavan- û jimartina vê yekê wekî emrê sereke tu carî nayê qebûlkirin.

Jêder: Abdulaziz Bayındır, “2013 Yılı Ramazan ve Bayram Hilali Tespiti”, Kitap ve Hikmet Dergisi, Sal: 1, Jimar: 2, 2013 (Tîrmeh-Îlon), rp: 14-16.

 

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Niyeta rojiya remezanê kengî û çawa tê anîn? 08.06.16 933
2 Ma di navbera rojiya me û rojiya miletên berê de cudahî heye? 30.05.17 710
3 Ma mirov dikare temamê rojiya xwe di xew de derbas bike? 18.05.18 287
4 Ma di Remezanê de nêçîr qedexe ye? 08.06.18 174
5 Di rojiya sunnet de, herî dereng heta kengî niyet tê anîn? 09.06.16 1.033
6 Cezayê kesê ku rojiya xwe dixwe çi ye? 31.05.17 799
7 Kesê rojî negirtibe dê çi bike? 21.05.18 242
8 Ma bikaranîna banda nîkotînê rojiyê dişkîne? 11.06.18 230
9 Ma girtina rojiya meha remezanê li kê ferz e? 13.06.16 1.006
10 Ma çêr û dijûn rojiyê dişkînin? 01.06.17 742
11 Kesê ji ber sedemekî meşrû rojî negre ma lazim e ku pereyan bide? 22.05.18 298
12 Ma meha Remezanê bi hesab an jî bi dîtina heyvê tê diyarkirin?  12.06.18 217
13 Hûn dikarin di heqê çaxa balixbûnê de agahiyê bidin? 14.06.16 1.015
14 Ma bikaranîna dermanên inhalasyonê rojiyê dişkîne? 12.06.17 722
15 Kesên di karê giran de dixebitin ma dikarin rojiyê negrin? 23.05.18 255
16 Gelo hikmetê ferzbûna rojiyê çi ye? 15.06.16 935
17 Dayina xwînê rojiyê betal dike? 13.06.17 654
18 Kesê di Remezanê de derdikeve tetîlê ma dikare rojiya xwe piştre qeza bike? 24.05.18 275
19 Ma di rojiyê de rabûna paşîvê pêwîst e? 17.06.16 983
20 Kişandina ultrason, rontgen û tomografiyê rojiyê dişkîne? 14.06.17 626
21 Kesên bê mazeret rojî nagrin ma îsyankariya Xwedê dikin? 25.05.18 280
22 Di rojiyê de divê em rîayeta kîjan welatî bikin? 20.06.16 971
23 Ma ultrason, rontgen û tomografî rojiyê dişkîne? 15.06.17 608
24 Ma mirov dikare di rojiyê de avê di dev û pozê xwe wernede? 25.05.18 287
25 Gelo rojî heta şevê an jî heta êvarê tê girtin? 21.06.16 961
26 Rakirin an jî tedawiya diranan rojiyê betal dike? 16.06.17 682
27 Ma kesê bêyî îradeya xwe verşê dikare rojiya xwe bişkîne? 28.05.18 239
28 Nexweşên tedawiya kemoterapiyê dibînin, ma lazim e ku rojiyê bigirin? 22.06.16 1.031
29 Tedawiya lavman rojiyê betal dike? 19.06.17 679
30 Ma nexweşên ku divê rojê sê caran derman bixwin dikarin rojiyê negrin? 29.05.18 285
31 Nexweşên diyabetê, gelo lazim e ku di meha Remezanê de rojî bigrin? 23.06.16 1.021
32 Çilkên çav, guh û bêvilê rojiyê betal dikin? 21.06.17 626
33 Ma tedawiya bi rêya hiperbarikê rojiyê dişkîne? 30.05.18 306
34 Nexweşiya min a mîdê heye, divê ez îlacan bixwim. Ma dibe ku ez rojiyê negirim? 24.06.16 1.013
35 Nexweşên gurçikê dê çawa rojiyê bigrin? 22.06.17 757
36 Kefaretê rojiyê di kîjan rewşan de tê dayin? 31.05.18 293
37 Nexweşên şekir, tansiyon, migren û hwd. ma divê ku rojiyê bigirin? 27.06.16 1.004
38 Gava jin bikeve kirasa ma rojiya wê betal dibe? 16.05.18 279
39 Ma rabûna paşîvê di rojiya nafîle de şert e? 01.06.18 290
40 Kesên ku êşa serî dikişînin gelo dikarin rojiyê bigirin? 28.06.16 952
41 Ma mirov dikare di rojiyê de serê xwe bîşû? 16.05.18 271
42 Pîreka ku nikare rojiyê bigre ma caiz e ku li kargehê xwarinê bixwe? 04.06.18 230
43 Ma rojîgirtina nexweşên ku tedawiyê dibînin mehzûr e? 29.06.16 936
44 Ma xebatkarên keştiyê dikarin rojiya xwe piştre qeza bikin? 17.05.18 306
45 Ma muayeneya li cem bijîşkê jînekolog rojiyê dişkîne? 05.06.18 224
46 Rojî çi ye? Ma hûn dikarin tarîfa wê bikin? 06.06.16 1.060
47 Gelo hebên bin zimên digihîjin mîdeyê û rojiyê dişikînin? 30.06.16 951
48 Ma kesê ji ber tîbûnîyê bêtaqet bikeve dikare rojiya xwe bixwe? 17.05.18 279
49 Ma vereşîn rojiyê dişkîne? 06.06.18 213
50 Niyet çi ye? 07.06.16 1.000
51 Erbabê pîşeyên giran dê çawa rojiyê bigrin? 29.05.17 686
52 Ma rojiya kesê bi cenabet qebûl dibe? 18.05.18 267
53 Ma nimêja terawîhan bid‘et e? 07.06.18 219