Fetwayen Kurdi
Şirîkatiya di boraqê de divê çawa be?

Şirîkatiya di boraqê de divê çawa be?

Pirs: Xwedê hez bike em çar şirîk dê boraqekê serjê bikin. Lê belê dibêjin ku “Di serjêkirina boraqê de jimara zo çênabe; divê şirîk an 3 an 5 an jî 7 kes bin.” Gelo tu eslek ji vê gotinê re heye?

Bersiv: Naxêr, tu esl û binyadek ji vê gotinê re tuneye. Mirov dewarekê, herî kêm ji bo yekî û herî zêde jî ji bo heft kesan dikare bike boraq. 2, 3, 4, 5 an jî 6 kes dikarin di boraqê de bibin şirîk. Wekî ku ne şert e 7 kes di boraqê de bibin şirîk, dibe ku jimara şirîkan zo jî be. Tu mehzûrek di vê yekê de tuneye.