Fetwayen Kurdi
Ma selexane divê çi bikin ji saqatatên (serûpê û hinavên) boraqê?

Ma selexane divê çi bikin ji saqatatên (serûpê û hinavên) boraqê?

Pirs: Ma selexane divê çi bikin ji saqatatên (serûpê û hinavên) boraqê?

Bersiv: Di boraqê de tiştê bingehîn, ku temamê parçeyên wê yên bi kêr tên -bi awayê ku bi armanca serjêkirina boraqê re munasib be û bêyî hêviya tu berjewendiyeke aborî- ji aliyê kesên ku boraqê heq dikin, were bikaranîn. Sêyekek goştê boraqê mafê kesê ku ew serjê kiriye, sêyekek wê heqê dost-heval û xizman e, sêyeka mayî jî mafê jar û feqîran e. Divê borqa bi vî awayî were dabeşkirin.

Lêbelê heke rewşeke wiha derkeve holê; xwediyên boraqê parçeyên navborî belaş li selexanê bihêlin û bi vî awayî dê ziyan bibin ya çêtir ku xwediyên selexanê van parçeyan bifroşin û piştî ku mesrefên xwe jê derxin, tiştê mayî di rêya xêrê de xerc bikin. Rêyeke din jî heye. Ew jî herçiqas neyê tercîhkirin jî lêbelê gava were kirin mirov nikare angaşt bike ku heram. Ew alternatîf jî da ku ew parçe zayi nebin, bi mebesteke aborî sûd ji wan bê girtin.