Fetwayen Kurdi
Ma hedîsa kesê boraqê serjê neke bila nêzî mizgefta me nebe, sehîh e?

Ma hedîsa kesê boraqê serjê neke bila nêzî mizgefta me nebe, sehîh e?

Pirs: Ma hedîsa ku em gelek caran di we’z û xutebeyan de dibîsihin “Kesê derfeta wî hebe û boraqê serjê neke, bila nêzî mizgefta me nebe” sehîh e?

Bersiv: Riwayeta ku hûn qala wê dikin wiha ye:

مَنْ وَجَدَ سَعَةً فَلَمْ يُضَحِّ فَلَا يَقْرَبَنَّ مُصَلَّانَا

Kesê derfeta wî hebe û boraqê serjê neke, bila nêzî mizgefta me nebe” (Îbn Mace, Edahî, 2; Ehmedê kurê Henbel, II/321; Hakim, II/422)

Beyheqiyê ku di berhema xwe de cî daye vê riwayetê û ji mezhebê Henefî hedîszan Îmam Zeyle‘î destnîşan kirine ku ev riwayet,  “mewqûf” e ango ne ji Pêxember, ji sehabiyan hatiye ragihandin. (Beyheqî, es-Sunenu’l-Kubra, c: II/260; Zeyle‘î, Nesbu’r-Raye, IV/207)

Gelek hedîszanan jî seneda vê riwayetê rexne kirine û diyar kirine ku “zeîf”e. (Bnr: Bûsirî, Misbahu’z-Zucace, III/222; Îbnu’l-Cewzî, et-Tehqîq, II/161)

Ji lewre diyar dibe ku ev riwayet ji aliyê senedê ve ne sehîh e û mirov nikare ji bo hukmê îbadeta boraqê wekî delîlê bikar bîne.

Ji bo agahiyên berfireh di der barê ka serjêkirina boraqê li kê dikeve ji kerema xwe re serî li navnîşanên jêr bidin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kurana-gore-kimlerin-kurban-kesmesi-gerekiyor.html

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kurban-kesmede-maddi-durumu-iyi-olmanin-olcutu-nedir.html