Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare piştre yekî bike şirîkê boraqê?

Ma mirov dikare piştre yekî bike şirîkê boraqê?

Pirs: Heke çar kes qurbaniyekê bikirin ma dikarin piştre yekî pêncem bikin şirîk?

Bersiv: Herçiqas hin zanyaran ev yek rast nedîtibin jî, tu delîleke ku vê yekê –ango mirov piştre yekî bike şirîkê boraqê- qedexe bike, tuneye. Lewra ji bo helalî yan jî heramiya tiştekî divê ayet an jî hedîseke sehîh hebe.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

Da ku hûn li ser navê Xwedê derewan bikin bi derewên ku zimanên we ew xemilandine nebêjin: ‘Ev helal e, ev jî heram e.’ Bêguman ew ên ku derewan li Xwedê bar dikin bi ser nakevin. Ev, pêxweşî û jiyaneke hindik e. Lêbelê ji wan re ezabekî dijwar heye.” (Nehl, 16/116-117)

Bêyî firotina payê ango heta ku ji qurbaniyê deramet neyê qesdkirin, mirov dikare piştre yekî bike şirîkê boraqê, di vê de tu mehzûrek tuneye.