Li gorî mezheban ji bo limêja înê herî kêm divê çend kes hebin?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Nimêja Înê Tarih: 10 Şubat 2014

Pirs: Li gorî mezhebên Îslamî, ji bo limêja înê divê çend kes bicivin?

Bersiv: Li gorî mezhebê Henefî, da ku limêja înê bê kirin, ji bilî îmam herî kêm divê sê kes hebin. Li gorî Îmam Ebû Yûsuf, ji xeyrî îmam ku du kes bi tenê jî hebin, kafî ye.

Nerîna meşhûr ya mezhebê Şafiî û Henbelî, ji bo limêja înê divê ku çil kes beşdarî limêjê bibin.

Di mezhebê Malikî de digel nerîna ku ji bilî îmam bi duwazdeh kesan limêja înê tê kirin, lê belê qenaeta ku di mezheb de hakim e, ne li gorî jimara cema‘etê belbî li gorî nufûsa gundeki biçûk bê tesbîtkirin.[1]

Ayeta ku bi limêja înê re têkildar e wiha ye:

Gelî bawermendan! Gava roja înê ji bo limêjê hat bagnkirin, vêca bi bal zikrê Xwedê (limêja înê) ve lez bikin û dev ji kirîn û firotinê berdin. Ha ev, eger hûn bizanin ji bo we çêtir e. Piştî ku limêj hate kirin vêca li ser erdê belav bibin û ji kerema Xwedê bixwazin. Xwedayê xwe pir bi bîr bînin da ku hûn rizgar bibin.”[2]

Li gorî vê ayet û hedîsên ji Pêxember (s.a.w) hatine ragihandin, da ku limêja înê bê kirin, jimara herî kêm nehatiye diyarkirin. Lê belê, îfadeya “dev ji kirîn û firotinê berdin ya di Qur’anê de derbas dibe, dide nîşandan ku cihê lîmêja înê lê tê kirin, divê ku cihekî bazar û sûka wê hebe. Û di dema Pêxember (s.a.w) de li cihên biçûk li derdorên Medîneyê limêja înê nedihate kirin. Ev, dide nîşandan ku li cihên biçûk ên ji bajaran dûr in, bi jimareke hindik limêja înê nayê kirin. Ji ber vê yêkê ne pêkan e ku meriv jimareke tam bide û bibêje da ku limêja înê bê kirin pêdivî bi ewqas ceme‘et heye.

Bersiveke me ya bi şeklê vîdeoyê di lînka jêr de ye, ji kerema xwe serî lê bidin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/dag-koylerinde-uc-bes-kisi-bir-araya-gelerek-cuma-namazi-kilabilirler-mi.html

Ji bo agahiyên berfirehtir di derbarê limêja înê de em tewsiye dikin ku hûn nivîsa me ya bi sernavê “Delillerle Cuma Namazı/Limêja Înê Bi Delîlan” ya di lînka jêr de bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/delillerle-cuma-namazi.html



[1] Hayreddin Karaman, “Cuma”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), VIII, 86.

[2] Cumu‘e, 62/9-10.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Piştî limêja înê, ma divê ku meriv limêja nîvro jî bike yan na? 10.02.14 1.535
2 Gelo di kîjan şert û mercan de limêja înê tê terkkirin? 10.02.14 1.287
3 Kesê li leşker e ji bo limêja xwe ya înê divê çi bike? 10.02.14 1.399
4 Ji bo çûna limêja înê, ma lazim e ku ez ji xwediyê kar destûrê bistînim? 10.02.14 1.309
5 Ji ber qelebalixiya kar, ma dibe ez neçim limêja înê? 10.02.14 1.271
6 Kesê ku limêja înê nekiribe, ma ew ê limêja nîvro digel sunetên wê bike? 10.02.14 1.438
7 Kesê ku di nav limêja înê de desmêja wî bişikê divê çi bike? 10.02.14 1.285
8 Kesê xutba înê dixwîne, ma ne pêwîst e ku li pêşiyê limêj jî bike? 10.02.14 1.382
9 Ma roja înê dema xutbe tê xwendin, limêjên sunet tên kirin? 10.02.14 1.310
10 Seqetên ku beşdarî limêja înê dibin gelo ferza wê ji stûyê wan derdikeve? 10.02.14 1.379
11 Li gorî mezhebê Henefî, îro li Tirkiyê limêja înê tê kirin an na? 10.02.14 1.419
12 Ma rast e ku pîrek, roja înê nikarin limêja nîvro bikin? 10.02.14 1.298
13 Ma limêja înê li ser pîrekan jî ferz e? 10.02.14 1.334
14 Ma di gava limêja înê de kirîna tiştekî ji kantînê caiz e? 10.02.14 1.271
15 Li gorî mezheban ji bo limêja înê herî kêm divê çend kes hebin? 10.02.14 1.341
16 Ma helal e ku mirov di gava limêja înê de li ser înternetê karê kirîn û firotinê bike? 10.02.14 1.270
17 Gelo tu hewcedarî bi ezana ku beriya xutba înê tê xwendin heye? 10.02.14 1.445
18 Ma pîrek roja înê, limêja xwe ya nîvro kengî dikarin bikin? 10.02.14 1.366
19 Ma limêja înê çend qam e? 10.02.14 1.491
20 Li welatên Mislimanan limêja înê çend qam tên kirin? 10.02.14 1.333