Fetwayen Kurdi
Ji ber qelebalixiya kar, ma dibe ez neçim limêja înê?

Ji ber qelebalixiya kar, ma dibe ez neçim limêja înê?

Pirs: Di wexta limêja înê de karê me pir dibe, ji aliyekî ve ez dixwazim herim limêjê û li aliyê din kar li ber destê me pir e, ka ez çi bikim?

Bersiv: Ayetên Qur’ana Pîroz yên ku ferzbûna limêja înê bi me didin zanîn wiha ne:

Gelî bawermendan! Gava roja înê ji bo limêjê hat bagnkirin, vêca bi bal zikrê Xwedê (limêja înê) ve lez bikin û dev ji kirîn û firotinê berdin. Ha ev, eger hûn bizanin ji bo we çêtir e. Piştî ku limêj hate kirin vêca li ser erdê belav bibin û ji kerema Xwedê bixwazin. Xwedayê xwe pir bi bîr bînin da ku hûn rizgar bibin.[1]

Xwedê Teala dema vî emrî li misilmanan dike, dizane ku dê karê wan pir hebe. Lê belê ya muhim, di nav ewqas kar û şixûl de ku mirov emrê Perwerdegarê xwe bîne cî. Mirov guh bide banga Xwedê Teala û divê ku tu tişt nekeve pêşiya emrê Wî û emrê Qasidê Wî. Pêşanî, her dem ji fermanên Wî re ne. Xwedê Teala di ayetekê de wiha ferman dike:

Bibêje: Eger bavên we, kurên we, birayên we, jinên we, eşîra we, malê ku we bi dest xwe xistiye, ticareta ku hûn ji zirarkirina wê ditirsin û xaniyên ku hûn ji wan xweş in, li cem we, ji Xwedê ji qasidê Wî û ji cîhada di rêya wî de şîrîntir û xweştir bin, vêca çavlirê bin heta Xwedê ferman xwe bîne. Xwedê, miletê jirêderketî teqez nayêne ser rêya rast.”[2]

Tiştê layiqî mirovê misilman, ku banga Xwedê Teala vala venegerîne û her gav bi aliyê wê bangê ve baz bide. Lewre, digel hemû kar û baran, Wî fermana “Êdî dev ji bazirganiyê berdin û herin zikrê Xwedê (limêjê)” li we kiriye. Ê ku rizqê we dida û yê ku wê bide jî dîsa Ew e.

Dema ezan hat xwendin herin mizgeftê. Ne pêwîst e ku hûn zû yan jî beriya wextê limêjê herin mizgeftê. Piştî ku limêj xelas bû yekser bêyî ku hûn tu limêjên din bikin, vegerin ser karê xwe. wekî ku ji ayetên jorîn tê fêhmkirin tiştê ku Xwedê Teala ji me dixwaze jî ev bi xwe ye. Eger hûn li cihê kar derfeta kirina çar an jî du rek‘etê sunet bibînin û bikin baş e û eger hûn nekin jî tu şaşîtî û kêmasî nakeve nîmêja we ya înê.



[1] Cumu‘e, 62/9–10.

[2] Tewbe, 9/24.