Fetwayen Kurdi
Hukmê duakirina bi hev re di Îslamê de çi ye?

Hukmê duakirina bi hev re di Îslamê de çi ye?

Pirs: Di Îslamê de cihê duakirina bi hev re, bi civakî çi ye? Li ‘Erefeyê, duayê piştî xwarinê, di duayên piştî limêjan… Eger hûn min agahdar bikin, ez ê bextewar bibim.

Bersiv: Di rewşên ku delîlek şer‘î hebe, mîna di duayê qunût û duayê baranê de tu mehzûrek tune ye.[1] Lewra di van cihan de delîleke şer’î heye ku meriv dikare xwe bispêre wan. Ji ber vê yekê meriv dikare di wan rewşan de bi hev re dua bike. Ji xeyrî van cihan, wekî duakirina piştî nimêjê, piştî veşartina mirî, li ‘Erefeyê û duakirina piştî xwarinê, ji Pêxemberê (s.a.w) di vî warî de tu tetbîq û riwayet nehatine ragihandin. Ya baş û rastir ku mirov ne bi hev re, belbî bi tenê duayê xwe bike.



[1] Mîna di qunûta nimêja sibehê û pazdehê dawî di meha Remezanê de li gora şafiîyan û di nimêja witir de li gora Henefiyan û di duayê baranê de tu zirara xwendina dua bi hev re/civakî, tune ye.