Pirs: Gelo ji bo şeva gerdekê, tu duayekî taybet heye?
Bersiv: Li gorî hedîseke ku ji Ebdullah kurê Mesûd (x.j.q) hatiye riwayetkirin, Pêxember (s.a.w) wiha gotiye:
“(Şeva dawetê) dema bûk diçe cem zavê, zava radibe ji bo limêjê, bûk jî li pişt wî sef digire û bi hev re du rek‘et limêj dikin. Piştre zava wiha dua dike:
اَلّلهُمَّ بارِكْ لِي فِي أَهْلِي وَبارِكْ لِأَهْلِي فِيَّ
اَلّلهُمَّ ارْزُقْهُمْ مِنِّي وَارْزُقْنِي مِنْهُمْ
أَلّلهُمَّ اجْمَعْ بَيْنَنا ما جَمَعْتَ فِي خَيْرٍ وَفَرِّقْ بَيْنَنا إِذا فَرَقْتَ إِلى خَيْرٍ
Xwendina wê:
Ellahumme barik lî fî ehlî we barik li ehlî fiyye
Ellahumme’r-zuqhum minnî we’r-zuqnî mînhum
Ellahumme’c-me‘ beynena ma ceme‘te fî xeyrîn we ferrîq beynena îza fereqte îla xeyrîn.
Mena wê:
“Ya Rebbê me! Bereketê têxe navbera min û jina min.
Ya Rebbê me! Bila pîreka min ji min û ez jî ji wê sûd wergirim.
Ya Rebbê me! Heta em bi hev re bin me di başiyê de bigire û dema Te, em ji hev qetandin jî li ser xêrê biqetîne.”[1]
Ev riwayet, ji ber hin kesên ku di zincîra seneda wê de hene, zeîf e. Lê belê, riwayeta ku di Teberanî de derbas dibe û ji vê hîn saxlemtir e, ev dua ne ji Pêxember (s.a.w); belbî mîna şîretekê ji Ebdullah kurê Mesûd, tê ragihandin.[2]
Etiketlər: di şeva gerdekê de duayê taybet, duakirin di şeva gerdekê de, duayê di şeva gerdekê de tê kirin, duayê ku kirina wê di şeva gerdekê de hatiye tewsiyekirin, duayê şeva gerdekê, şeva gerdekê û dua