Fetwayen Kurdi
Li gorî Îslamê daweteke munasib divê çawa bê kirin?

Li gorî Îslamê daweteke munasib divê çawa bê kirin?

Pirs: Daweteke li gorî Îslamê divê çawa bê kirin? Di dawetên me de mêr û jin bi hev re rûdinên û saz lê tê xistin. Gelo ev kirina han rast e?

Bersiv: Di merasîma dawetê de divê mirov xwe ji tiştên ku di dînê Îslamê de teqez hatine qedexekirin, xwe biparêze. Mîna mêr û jinên mehra wan li hev dibin bi hev re bilîzin û acizkirina cîranan bi rêya lêxistina saz û daholê û wekî din. Ji vê bonê divê ku meriv dawetên xwe, li cihên munasib amade bike da ku cîran û derdor pê aciz nebin. Bi van şert û mercên ku me gotin: Mirov li gorî adet û risûmatên xwe dikare dawet û şahiyên xwe li dar bixe.