Fetwayen Kurdi
Ên ku sirf bi rêya fermî zewicîne, ma zinayê dikin?

Ên ku sirf bi rêya fermî zewicîne, ma zinayê dikin?

Pirs: Seyda, dema dê û bavê min dizewicin, ji ber nizanibûne ku divê nîkaha dînî jî bihata birîn, sirf nîkaha xwe ya resmî çêkirine. Piştî ku çar zarokên wan çêdibin, nîkaha xwe ya dînî jî dibirin. Seyda, di vê rewşê de gelo wan zina kiriye? Û tu zirara wê digihêje min?

Bersiv: Naxêr, nayê gotin ku wan zina kiriye. Lewra di nîkahê de tiştê bingehîn, taqîbata huqûqî ya ku bi nîkaha fermî tê bidestxistin. Lê belê, di nîkaha fermî de hin unsurên ku di ya dînî de hene (mîna mehrê) kêm in. Encax ev unsurên han, ji ber ku ne bi şertên nîkahê, belbî bi encama wê re têkildar in, kesên ku sirf bi rêya fermî dizewicin nîkaha wan durist e. Piştî wê, bi rêya nîkaha dînî jî -mîna mehrê-unsurên kêm dê bên temamkirin.