Fetwayen Kurdi
Ma meriv dikare bi xwişka şîr ya xwişka xwe ya helal re bizewice?

Ma meriv dikare bi xwişka şîr ya xwişka xwe ya helal re bizewice?

Pirs: Pirsa min, hinekî tevlihev e: Eyşe xanim, bi navê ‘Elî û Osamn du zarokên wê hene. Fatma xanim jî bi navê Muhemmed û Nazlî du zarokên wê hene. Eyşe xanim, bi kurê xwe Osman re şîr dide kurê Fatma Xanim. Fatma xanim jî bi kurê xwe Muhemmed re şîr dide Osman kurê Eyşe xanim. Ma Elî û Nazli, dibin xwiş û birayên hev ên şîr? Ji bo zewaca wan tu astengek heye?

Bersiv: Muhemmed ê ku ji Eyşe xanim şîr vexwariye, dibe kurê Eyşe xanim î şîr. Osmanê ku ji Fatma xanim şîr vexwariye, dibe kurê Fatma xanim î şîr. Di vê rewşê de Osman û Nazli dibin xwiş û birayên hev ên şîr, nikarin bi hev re bizewicin. Lê belê, ji ber ku Elî û Nazlî, ne xwişk û birayên hev ên şîr in, di zewaca wan de tu asteng û mehzûrek tune ye.