Fetwayen Kurdi
Da ku deynê xwe yî Toki’yê bidim, gelo ez dikarim krêdiyê bikişînim?

Da ku deynê xwe yî Toki’yê bidim, gelo ez dikarim krêdiyê bikişînim?

Pirs: Min ji TOKİyê bi teqsîtan xanî kirî. Hêj 60 teqsîtên min jî hene. TOKİ, ji bo kesên ku hemî deynên xwe berî dema xwe bidin ji %20, ji bo yên di sê mehan de bidin ji %17 îskinto dike. Pirsa min, gelo tu mehzûrek heye ku meriv ji bankê yan jî bi navê wê yê berê ji saziyên fînansê vî pereyî temîn bike û deynê xwe bide. Li gorî ku em ji kompîtura bankayê haydar bûn, li ser esasê peymana ku TOKİyê bi bankê re kiriye xuya dibe ku faîzê didin. Rêjeya wê jî % 3,75.

Bersiv: Hûn deynê xwe yê TOKİyê, her sal di meha Rêbendan û Tirmehê, li gorî rêjeya zêdebûna meaşê memûran ê şeş meh berê, li gorî rêjeya ÜFE û TÜFEyê ya herî kêm, didin. Ji ber ku hûn hinekî ji nirx û qîmetê pereyan ê ketiye didin hûn nakevin faîzê.

Peymana ku TOKİyê bi bankê re kiriye we eleqedar nake. Eger rewşeke cuda hebe ji kerema xwe re me agahdar bikin, da ku li gorî wê em pirsa we bibersivînin.

Da ku hûn ji îskintoya TOKİyê îstifade bikin, hûn rabin ji bankekê krêdiyê bikişînin, ev kar we dixe faîzê. Faîz jî heram e. Divê hûn xwe jê biparêzin.