Fetwayen Kurdi

Eger pîrek na bakîr be, ma mêr nikare sebebê wê bipirse?

Pirs: We di fetwayeke ku di malpera xwe de wiha nivîsandiye: Bekarbûn herçiqas girîng be jî lê belê dibe ku zara keçikantiyê bi sedemên curbicur mîna bi qevzandinê, ketinê, xweavitina ji cihekî bilind û hwd. qetiyabe. Ji ber prensîba, heta ya li dijî meriv neyê tesbîtkirin, meriv bê sûc tê hesabkirin, divê were ferzkirin ku zara keçikantiyê bi sedemekî wiha xerabûye û nirxandina mijarê divê di lehê keçikê de were kirin. Ne mêrê wê, ne dadgeh ne jî tu kesekî din nikare bipirse, ka zara te bi çi sedemî xera bûye. Mafekî wiha ji tu kesî re nehatiye dayin. Di paragrafê de hevoka dawî, “Mafekî wiha ji tu kesî re nehatiye dayin” bi serê min neket. Gelo di vir de tu pirsgirêk tune ye? Zilam, tiştekî wiha çawa nikare ji pîreka xwe bipirse? Eger mêr jî nepirse dê kî bipirse?

Bersiv: Bersiva ku me daye, eger hûn careke din bi hizir bixwînin, hûn ê bibînin ku tê de tu pirsgirêk tune ye. Mîna ku di wir de jî hatiye ravekirin, zara keçikantiyê dibe ku bi sedemên curbicur mîna bi qevzandinê, ketinê, xweavitina ji cihekî bilind û hwd. qetiyabe û haya keçikê jê tune be! Ji tiştê ku haya keçikê jê tune ye meriv wê bide pirsyarkirin, tê mena ku meriv ew li felaketê qelibandiye. Ev, dişibe tesbîta sûcê zinayê. Heta ku çar zilam bi çavên serê xwe kirina zinayê nebînin, biryara zinakirinê di heqê pîrekê de nayê dayin. Ango dema zilamek an du zilam an jî sê zilam bibêjin ku pîrekekê zina kiriye, ev angaşta wan nayê qebûlkirin. Heta zilamê pîrekê jî dema nikaribe çar şahidan bîne, cezayê zinayê li pîrekê nayê tetbîqkirin. Ev hemî, ji ber cihê pîrekan ê di civatê de ji aliyê Xwedê ve mîna mertal û starekê ne ku ji wan re hatine danîn.

Di derbarê vê mijarê de di pirtûkên fiqhê de ev hukmê han heye:

Pîreka ku bi şertê bekarbe –bi hinek ji mehrê pê re nîkah hatibe kirin- piştre dema bi mêrê xwe re têkeve munasebeta cinsî, kişif bibe ku ne ezeb e, divê hemî mehra ku li hev kirine bide. Lewra bekarbûn, dibe ku bi sedemên curbicur mîna bi ketinê, qevzandinê xera bûbe. Biryara ku pîrek di rewşeke baş de ye, tê dayin.” [1]



[1] Ömer Nasuhi Bilmen, Hukuk-ı İslamiyye ve Is­tılahat-ı Fıkhiyye Kâmusu, Stenbol 1985, II, 141, benda 457.