Fetwayen Kurdi

Ma Misilman û xeyrimuslim dibin wêrisên hev?

Pirs: Ma misilmaniya kesê mirî (çi mêr çi jin), ên li pey xwe hiştine (çi mêr çi jin), zarokên keç û kur, dê û bav bi kurtasî yên li heyatê mane di dabeşkirina mîratê de bandorê dike? Ma Qur’an dibêje ku “zarokê Misilman” ewqas digre, an jî bi tenê dibêje “zarok” ewqas digre? Heke bersiva we bi awayê “ji bo girtina parê ji mîratê misilmanî şert e”, wê demê hûn ê ji yekî ku Misilman bûye re mijara ku jin, zarok, dê û bavê ku Misilman nebûne ji mîratê tu parê nagrin çawa rave bikin?

Bersiv: Di ayetên ku bi mîratê re têkildar in de -di der barê misilmanî an jî nemisilmaniya kesê mîrat li pey xwe hiştine yan jî ji bo kesên dibin wêris- tu sînor nehatine danîn. (Bnr: Nîsa, 4/11-12, 176)

Xwedê Teala di ayeteke di der barê ku Misilman dikarin bi ehlikitêban re bizewicin de wiha ferman kiriye:

Îro, ji bo we tiştên xweş û pak hatine helalkirin. Xwarinên ehlî kitêban ji we re helal in û xwarinên we jî, ji bo wan helal in. Zewaca bi pîrekên bawermend ên bi namûs û pîrekên bi namûs ên ku beriya we Me kitêb daye wan, ji we re helal in; bi şertê ku hûn mehra wan bidin wan, bi namûs bin, ji zinayê dûr bin û ji xwe re bi dizî dostikan negrin. Kî ku îmanê înkar bike, bê guman kirinên wî pûç dibin; ew li axretê dibe ji yên ku xesirî ne.” (Maîde, 5/5)

Ji bo wêrisiya di navbera mêr û jinê de -wekî ku dê li jêr were dîtin- misilmanî-nemisilmaniya mêr û jinê tu sînor nehatiye danîn. Îfadeya “jinên we” ya ku di ayetê de dibore hem jinên bawermend hem jî jinên xeyrimuslim di xwe dihewîne.

“(Gelî mêran!) Ji mîrateya ku ji jinên we maye, eger zarokên wan tune bin nîvî ya we ye. Eger zarokên wan hebin vêca çaryeka mîrateya ku li pey xwe hiştine ji we re ye. Ev, piştî pêkanîna wesiyeta wan û dayîna deynên wan e. Ji bo jinên we jî, eger ku zarokên we nebin çaryeka mîrateya ku we li pey xwe hiştiye heye. Vêca eger zarokên we hebin naxwe ji bo wan heştyeka mîrateya ku we li pey xwe hiştiye heye…” (Nîsa, 4/12)

Muazê kurê Cebel ji Pêxemberê me ragihandiye ku wî di der barê wêrisiya di navbera kesê Misilman û xizmên wî yên xeyrimuslim de wiha ferman kiriye “Misilmanbûn zêde dike, nabe sedema kêmbûnê” (Ebû Dawûd, Feraid, 10; Ehmedê kurê Henbel, 5/230) û ji lewre Muazî ew kirine wêrisên hev. Her wiha di çavkaniyan de derbas dibe ku ji sehabî û tabiiyan Muawiyeyê kurê Ebû Sufyan, Mesrûq, Se‘îdê kurê Museyyeb û Şu‘be, kesên Misilman kirine wêrisên xeyrimusliman.

Li gorî piraniya ku ji mezhebên Henefî, Şafi‘î û Malikiyan pêk tê, Misilman nabin mîratxurên xeyrimusliman. Xeyrimuslim jî nabin wêrisên Misilmanan. Ew, bi tenê dikarin sêyeka mîrata xwe wesiyet bikin. Delîla wan jî ev riwayeta han e: “Misilman nabe wêrisê kesê kafir, kafir jî nabe wêrisê kesê Misilman.” (Buxarî, Feraid, 25; Muslim, Feraid, 23)

Ji bo bersiveke me ya bi awayê vîdeoyê ji kerema xwe re serî li navnîşa jêr bidin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/miras-paylasiminda-din-farkinin-bir-onemi-var-midir.html