Fetwayen Kurdi

Meriv çawa xuslê ji ser xwe radike?

Pirs: Xusul çawa ji ser meriv radibe, gelo hûn dikarin vebêjin?

Bersiv: Xusul, ku meriv ji serî heta lingan xwe baş bişû. Di xuslê de li gorî mezhebê Henefî û Henbelî şûştina dev û poz jî ferz e; lê di mezhebê Şafiî û Malikî de sunet e. Sedemê vê jî ji tercîha gelo dev û poz ji beşa laş ya hundir an jî ya derve tê jimartin, derdikeve holê. Mezhebê Henefî û Henbelî, dev û poz ji qismê bedenê yên derveyî jimartine û li ser vê biryara ku divê baş werin şûştin dayine, lê Şafiî û Malikiyan bi sedem ku ew ji beşên bedenê yên hundir hesibandine, şûştina wan ferz nedîtine.

Di serşûştinê de tiştê ku divê meriv bala bidê ev e; gelo temamê bedena meriv baş hatiye şûştin an na. Dema ev yek pêk hat, xusul temam dibe. Babetên din ên ku tên gotin, bo xuslê musteheb an jî sunet in. Ango bê hebûna wan jî xusul ji ser meriv radibe. Mîna berî xuslê meriv navê Xwedê bilêv bike, girtina desmêjê, berê milê rastê, piştre milê çepê û piştre avê bi ser xwe de dake, ha ev sunetên xuslê ne.

Eger em dubare bikin xusul wiha tê rakirin: –Eger hebe- pîsîtiya li cihê şermegehê tê rakirin. Piştre mîna ku meriv desmêjê digire destên xwe dişû û dev û pozê xwe baş paqij dike. Piştre hemî laşê xwe bi awayekî rind dişû û hewl bide ku tu cihekî ziwa nemîne. Ha xusul ev e.

Çend hedîsên Pêxemberê me (s.a.w) yên ku behsa xuslê dikin wiha ne:

Ji Eyşe (x.j.q): “Pêxember (s.a.w) dema wê ji cenabetiyê serê xwe bişûşta, pêşî bi şûştina destan dest pê dikir. Piştre mîna ku ji limêjê desmêj bigirta desmêj digirt. Piştre tiliyên xwe dixist nav avê û bi wan binê porê xwe tev dida. Piştre bi herdu destên xwe sê kulm av li serê xwe dikir. Piştî wê, av li hemî bedena xwe dikir.”[1]

Ji Meymûne (x.j.q): “Pêxember (s.a.w) ji bilî ku lingên xwe bişû, mîna ku ji bo limêjê be desmêj girt. Nav lingên xwe, tiştên gihabin wê derê û pêdivî bi şûştina wan hebe şûşt. Piştre av bi xwe dakir. Piştre lingên xwe ji erdê rakir û şûştin. Serşûştina wî ya ji cenabetiyê ha wiha bû.”[2]

Ji Meymûne (x.j.q): “Bo serşûştinê min ji Pêxember re av dagirt. Wî jî destên xwe du car an jî sê caran şûştin. Piştre av li destê xwe yê çepê kir û ewretê xwe şûşt. Piştre destê xwe bi erdê da. Piştre av di devê xwe werda û av bire pozê xwe. Destên xwe û rûyê xwe şûştin. Piştre av li bedena xwe kir. Dûvre ji cihê xwe rabû û lingên xwe şûştin.”[3]



[1] Buxarî, Xusul, 1.

[2] Buxarî, Xusul, 1.

[3] Buxarî, Xusul, 5.