Fetwayen Kurdi
Ma hemî helwestên Pêxemberê me ji me re sunet in?

Ma hemî helwestên Pêxemberê me ji me re sunet in?

Pirs: Gelo hal û hereketên ku Pêxember (s.a.w) bi mebesta îbadetê kirine yan jî hemî helwestên wî ji bo me dibin sunet?

Bersiv: Kirinên Pêxember (s.a.w) bi bal sê qisman ve tên dabeşkirin:

Helwestên wî yên beşerî. Ango hal û hereketên ji ber ku însan e kirine. Helwestên Pêxember (s.a.w) ên ji vî celebî di ‘ilmê usûlu’l-fiqhê de bi navê “el-ef’‘alu’l-cibilliyye” tên naskirin. Ango tiştên ku xwariye û lixwe kiriye… Hukmê van îbahe ye. Yanî meriv di kirin û nekirina wan de serbest e. Lewra ev tişt ji Qasidê Xwedê Teala, ne bi wesfê pêxemberiyê belbî ji ber ku însan e derketine holê. Encax eger yek bibêje “Da ku ez bişibim Pêxemberê me, ez dixwazim wekî wî bikim” bi sedem dilsoziya niyeta wî, hêvî heye ku li cem Xwedê Teala bigihîje xêr û sewabê.

Helwestên ku babetên Pêxemberê me ne. Mîna rabûna limêja şevê ya ku li ser wî ferz bû û helalbûna zewaca bi zêdeyî ji çar jinan û hwd. ji helwestên ku bi delîleke şer‘î hatibin diyarkirin. Kesê misilman nikare van helwestan ji xwe re delîl bigire.

Kirinên Pêxember (s.a.w) ên ku ji bo me mînak in. Mîna kirina limêjê, çawa rojî girtiye û hec kiriye. Kesê misilman divê di van tiştan bide pey Pêxember (s.a.w). Lewra wî ev helwest ne ji ber xwe û ji hewa nefsa xwe derxistine; belbî li gorî hukmên ku ji Qur’ana Pîroz derxistine, ev helwest nîşan dane.