Fetwayen Kurdi
Berdaneke rast û durist divê ku çawa be?

Berdaneke rast û durist divê ku çawa be?

Pirs: Min pîreka xwe du caran berda. Di wan berdanan de pîreka min di dema paqijiyê de bû û ez pê re ranezabûm. Herdu berdan jî di demên jihev cuda de pêk hatin. Piştî berdanê, ne min ew ji xanî derxist û ne jî ew derket. Piştî van herdu berdanan, ez li pîreka xwe (beriya ku ‘ideyê wê xelas bibe) vegeriyam (ric‘et kir). We di malpera xwe de nivîsandiye ku ji bo berdanê du şahid lazim in. Lê belê min digot qey ev ji bo berdana sêyem lazim e. Ji vê bonê, di herdu berdanan de jî min ne di hizûra şahidan de pîreka xwe berda. Pirsa min ev e: Ev berdanên han sehîh in, an na? Dema ez cara sêyem jina xwe berdim dê çawa bibe? Ji ber ku şahid tune bûn, ma herdu berdanên serî nayên qebûlkirin û dê telaqê cara yekem bê qebûlkirin? An jî dê hemî bên qebûlkirin û piştî telaqê sêyem, bê ku em li benda ‘ideyê bisekinin, divê ku em jihev biqetin?

Bersiv: Ne hewce ye ku hûn pîreka xwe sê caran berdin. Eger hûn dixwazin pîreka xwe berdin, divê hûn riayeta hemî şertên berdanê bikin û di hizûra du şahidan wê berdin û di dawiya ‘ideyê de bi xweşikahî jihev biqetin. Piştre eger hûn bixwazin li hev vegerin hûn dikarin vegerin. Bi meqseda ku hûn ê cara duyem jina xwe berdin, ne durist e ku hûn lê vegerin yani ric‘et bikin. Eger hûn ê li jina xwe vegerin, divê bi mebesta ku hûn ê jiyana xwe ya malbatî berdewam bikin, vegerin.