Fetwayen Kurdi
Hukmê xebata pîrekan çi ye?

Hukmê xebata pîrekan çi ye?

Pirs: Li gorî dînê me hukmê xebata jinan çi ye?

Bersiv: Piştî ku pîrek zewicî temamê lêçûn û mesrefên wê li ser mêr e. Di muqabilî vê de hin berpirsyariyên pîrekê jî li hemberî mêrê wê hene. Divê pîrek wan berpirsyariyên xwe pêk bîne. Gava pîrekek wezîfeyên xwe bîne cî û riza mêrê wê jî hebe, dikare li cihekî bixebite. Lê belê ji bo vê jî hin şert hene. Wekî mînak: Karê tê de dixebite divê ku li gorî dînê me meşrû û rewa be, derdora ku lê dixebite divê ku cihekî munasib be ji bo karkirina pîrekeke Musliman.

Ji bo bersiveke me ya bi awayê vîdeoyê ji kerema xwe re serî li lînka jêr bidin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kurana-gore-kadinin-calismasinda-bir-sakinca-var-midir.html