Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare li nav goristanê mizgeftê ava bike?

Ma mirov dikare li nav goristanê mizgeftê ava bike?

Pirs: Ma mirov dikare li cihekî vala li goristanê mizgeftê ava bike?

Bersiv: Di avakirina mizgeftê li cihekî vala li goristanê tu mehzûr û astengek tune ye. Tiştê mehzûr ku mirov gorê bike mizgeft an jî mirov berê xwe bide gorê û nimêj bike.

Ev jî heye; divê di bîra mirov de be ku:

Gotina Pêxember (s.a.w) ya ku di nexweşiya xwe ya dawî de gotiye: “Laneta Xwedê li Cihû û Filehan be. Wan gorên pêxemberên xwe kirin mizgeft û kirin cihê îbadetê.”[1], ne di derbarê ku li derdora mizgeftê goristan hebe, belbî bi vê gotina xwe qedexe dike ku mirov goran bigerîne wekî mizgeftê.



[1] Buxarî, CEnaiz, 62; Ebû Dawûd, Cenaiz, 76.