Pirs: Bêjeya “celabîb” ya ku di Qur’anê (33/59) de derbas dibe, ma bi mena çarşevê ye?
Bersiv: Bêjeya “Celabîb” pirjimara “Cîlbab”ê ye.
Cîlbab di ferhengê de bi mena;
Kiras/Îşlik.
Cilekî fireh e bo jinan, ji çarşevê biçûktir e,
Li gorî hinan çar e ku li welatê me jê re ferace tê gotin.
Li gorî hin zimanzanan bi mena çarika serî ye.
Li gorî vê, ya munasib, meriv bibêje ku bêjeya “Celabîb”ê ya di Qur’anê de derbas dibe, her cil û bergê derveyî yên ku armanc û mebesta xwegirtinê pêk tîne. Digel vê jî meriv dikare bipejirîne û bibêje ku ji nav cil û bergên derveyî yên ku jin lixwe dikin ya herî baş çarşev e. Lê, pîrekên ku ji bilî çarşevê bi hin cilên din xwe digirin, wan jî emr û fermana Xwedê Teala pêk aniye.
Wekî din jî tê gotin ku cilên derveyî ji xeyrî çarşev û yên mîna wê, ji manto û hwd. “Herçiqas fireh bin jî ji ber ku moda Fileh û Cihûyan e, ji teseturê nayê qebûlkirin.” Lê belê, di Îslamê de tu modeleke xuya û vebirî bo cilan tune ye. Piştî ku munasib be bo xwegirtinê, herçiqas moda Filehan be jî bo teseturê têr dike. Lê, ya herî baş ku meriv li gorî çand û kevneşopiya Îslamî xwe bigire.
Di encamê de di Îslamê modeleke kifş û xuya ji bo cilan tune ye. Ya girîng ew e ku pîrek, li gorî emr û fermana dînê me, xwe bigire.
Bo agahiyên berfirehtir ji kerema xwe re nivîsa bi sernavê Başörtüsü ve Örtünme ya di lînka jêr de jî bixwînin:
http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/basortusu-ve-ortunme.html