Fetwayen Kurdi
Berdana ku ne li gorî ayetên pêşî ji sûreyê Telaq be, gelo durist e yan na?

Berdana ku ne li gorî ayetên pêşî ji sûreyê Telaq be, gelo durist e yan na?

Pirs: Pîreka ku ji aliyê mêrê xwe ve bi sê telaqan û li dijî şertên berdanê yên di sûreyê Telaq de derbas dibin, bê berdan, piştî ku ‘ideyê wê biqede dikare bi zilamekî din re bizewice yan na?

Bersiv: Naxêr, çênabe. Lewra berdana ku ne li gorî fermanên sûreyê Telaq be, ne di cih de ye û nabe telaq.