Fetwayen Kurdi
Cihûyê ku dixwaze bibe Misliman, ma divê pêşî bibe Fileh?

Cihûyê ku dixwaze bibe Misliman, ma divê pêşî bibe Fileh?

Pirs: Min bihîst ku Cihûyê dixwaze bibe Misilman divê berê bibe Fileh û piştre bibe Musluman. Gelo ev tişt rast e? An jî yekser dikare bibe Musluman?

Bersiv: Ev tiştê han, teqez ne rast e. Çi Cihû be, çi mensûbê dînekî din be heta çi jî bêdîn û ateîst be, kesê biryar da di heman gavê de û yekser dikare bibe Musluman. Gotina divê di serî de bikeve dînekî din û piştre bibe Musluman, tu esil û binyadek jê re tune ye.