Fetwayen Kurdi
Çima di hin ayetên Qur’anê de qala “Qur’ana ‘Erebî” tê kirin?

Çima di hin ayetên Qur’anê de qala “Qur’ana ‘Erebî” tê kirin?

Pirs: Ma çima di hin ayetên Qur’anê de tê gotin ku Qur’an bi zimanê ‘Erebî ye? Kesên wê dixwînin ma nabînin ku ew bi zimanê ‘Erebî ye? Ma hin kesên angaşt dikin ku Qur’an bi zimanekî din e hene? An jî ew ayetên han şaş hatine wergerandin?

Bersiv: Pirsa we di der barê ka bêjeya qur’anê di Qur’ana Pîroz de di kîjan wateyê de ye. Bêjeya qur’anê di gelek ayetan de wekî “taybetmendiya” berhema ku Rebbê me hinartiye hatiye bikaranîn. Yek ji wan ayetan wiha ye:

الر تِلْكَ آيَاتُ الْكِتَابِ الْمُبِينِ  إِنَّا أَنزَلْنَاهُ قُرْآنًا عَرَبِيًّا لَّعَلَّكُمْ تَعْقِلُونَ

Elîf! Lam! Ra! Ev ayetên Kitêba ku her tiştî aşkere derdixe holê ye. Da ku hûn têbigihîjin Me ev bi awayê quranên ‘Erebî hinartiye.” (Yûsuf, 12/1-2).

Di van ayetên borî de bêjeya qur’anê û kitêbê ji hev cuda hatine bikaranîn. Digel ku di ayeta yekem de “ayetên Kitêbê” hatiye gotin jî di ayeta duyem de îfadeya “bi awayê qur’anên ‘Erebî” hatiye bikaranîn, da ku bê zanîn qur’an wesfê kitêbê ye. Ayeteke din wiha ye:

وَكَذَلِكَ أَنزَلْنَاهُ قُرْآنًا عَرَبِيًّا وَصَرَّفْنَا فِيهِ مِنَ الْوَعِيدِ لَعَلَّهُمْ يَتَّقُونَ أَوْ يُحْدِثُ لَهُمْ ذِكْرًا

Her wisa Me ew bi awayê qur’anên ‘Erebî hinart. Bi hêviya ku xwe biparêzin an jî zanînê bi dest bixin Me bi şêweyên cur bi cur gef tê de bi cih kirin.” (Taha, 20/113)

Digel gotina “Me ew hinart” ya ku behsa Qur’anê dike, bikaranîna îfadeya “bi awayê qur’anên ‘Erebî” dîsa nîşan dide ku qala vê taybetmendiya kitêbê tê kirin. Di ayetên jêr de taybetmendiya qur’ana ‘Erebî vê carê bi Qur’ana ku navê kitêbê yê taybet e tê destnîşankirin:

وَلَقَدْ ضَرَبْنَا لِلنَّاسِ فِي هَذَا الْقُرْآنِ مِن كُلِّ مَثَلٍ لَّعَلَّهُمْ يَتَذَكَّرُونَ  قُرآنًا عَرَبِيًّا غَيْرَ ذِي عِوَجٍ لَّعَلَّهُمْ يَتَّقُونَ

Me di vê Qur’anê de ji mirovan re ji her mijaran mînak dane, da ku jê îbret bigrin. (Me ew mînak)  bêyî ku xwarî û şaşî tê de hebin bi awayê qur’anên ‘Erebî hinartin, da ku mirov xwe biparêzin.” (Zumer, 39/27-28)

Di vir de jî digel ku bêjeya qur’anê wekî navê taybet -ji bo berhema ku ji Resûllulah re hatiye hinartin- hatiye bikaranîn, cara duyem wekî taybetmendiya wê kitêbê derbas dibe. Bi kurtasî qur’an, hem navê kitêba me ye hem jî taybetmendiya wê ya herî girîng e.

Têkiliya qur’anbûna bêjeya “Qur’anê” heta ‘Erebîbûna qur’anê bi wateya komkirin û danberhev re heye. Lewra Rebbê me wateya bêjeya qur’anê “berhevbûn, hatinserhev, komkirin”, ji bo ayetên ku afirandine jî bikar anîye, bi vî awayî wateya bingehîn ya bêjeyê nîşanî me daye:

أَقِمِ الصَّلاَةَ لِدُلُوكِ الشَّمْسِ إِلَى غَسَقِ اللَّيْلِ وَقُرْآنَ الْفَجْرِ إِنَّ قُرْآنَ الْفَجْرِ كَانَ مَشْهُودًا

Ji zewala rojê (dema ku berê xwe dide bi bal rojava ve) heta dema tarîbûna şevê nimêj bike û dema roniya sor (ji berbangê) kom dibe jî nimêj bike. Bê guman kombûna roniya sor bi çavan tê dîtin.” (Îsra, 17/78)

Mijara “qur’aniya” Qur’anê yan jî “bi awayê ku qur’anê ‘Erebî” pêk bîne, têkiliya wê bi rêbaza fêhmkirina Qur’anê û derxistina çareseriya (hikmet) jê heye. Rebbê me ayet bi awayê ku komek ji wateyan pêk werin saz kirine û rêbaza vê komkirinê jî bi me daye zanîn. Di mijara ku xebat li ser tê kirin de komên ayetan ango “qur’an” çiqas ji gelek ayetan pêk were bi qasî wê derfema kı mirov xwe bigihîne daneyan bi dest dixe. Lewra di ayeteke ku vê taybetmendiya Kitêbê diyar dike de tê desnîşankirin ku taybetmendiya qur’aniya wê ji bo ravekirina Kibêtê ye:

كِتَابٌ فُصِّلَتْ آيَاتُهُ قُرْآنًا عَرَبِيًّا لِقَوْمٍ يَعْلَمُونَ

Ev kitêbeke ku ayetên wê ji bo civakeke zana bi awayê qur’anên (komên) ‘Erebî hatine ravekirin.” (Fussîlet, 41/3)

JÊDER: Erdem Uygan, Kur’an (Kur’an’ın Öğrettiği Kavramlar), Weşanên Weqfa Suleymaniyeyê, Stenbol 2017.

Hûn dikarin ji navnîşana jêr xwe bigihînin berhemê:

www.suleymaniyevakfi.com/kuranin-ogrettigi-kavramlar